Polîtîk

Partiya nû di 3 mahan de tê damezirandin

Li Tirkiyeyê nêzikê salekî ye avakirina partiyekî nû ji aliyê Cigîrê Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Alî Babacanî ve dihat gengeşekirin lê nedihat zanîn ev partî dê kengê ava bibe û dixwaze çi bike.

Babacanî bersiva pirsên bi vî rengî ji rojnameya Kararê re kite kit eşkere kir û ragihand: Partiya wî dê heta 3 mehan ava bibe. Babacan navên damezirînerê partiyê eşkere nake lê dide zanîn ko damezirînerên partiya wî, xizmetkarê berê ya dema herî serkeftî yên AK-Partiyê ne û wî tîmek pispor heye.

Li ser pirsa gelo Serokomarê berê yê Tirkiyeyê Abdullah Gûl, dê di nava partiyê de cih bigre, diyar dike ko Abdullah Gul piştgirê sereke ya partiyê ye lê naxwaze bikeve nava partiyeke siyasî.

Di derbarê xebat û bernameya partiya xwe de Alî Babacan pirsên Tirkiyeyê datîne ser masê û dibêje pirsa aborî, dad û azadiyê pirsên bingehîn ên Tirkiyeyê ne. Aborî dikare carna baş carna xirab bibe lê dad û azadî meseleyên gelek ciddî ne. Di vê çarçoveyê de Babacan rexne li hikûmeta Tirkiyeyê digre û sedema bingehîn a rewşa aloz a Tirkiyeyê, bi dûrketina hejayî û prensîban ve girê dide.

Di derbarê pirsa kurdî de jî dibêje, çareserkirina pirsa kurdî, yek ji wan xebatên wan ên herî girîng e. Pirsa kurdî bi tûndiyê çareser nabe bi demokrasiyê çareser dibe. Ji bo çareseriyê ew li ser startejiyên nû xebat û amedekarî dikin.

Babacan destdanîna ser şaredariyên HDPyê jî rexne dike. Li gor wî divê dadgehên azad û serbixwe biryara jikardûrxistina kesên hatî hilbijartin bide. Ger di demokrasiyê de hikûq were paşguhxistin, demokrasî vedigrere otokrasiyê.

Tê çaverekirina Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu jî partiyek cûda ava bike. Babacan wê mijarê jî zelal dike. Ji ber ko nêrîn û rê û rêbazên wan ên siyasî û mijarên ew girîngî pê didin ji hev cûda ne, partiyan wan jî cûda ye.

Beramberî avakirina her du partiyan Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî bêdeng niye. Erdogan hevrêyên xwe yên berê bi xayîntiyê tohmetbar dike.

Back to top button