PolîtîkRojev

Partiya Demokrata Kurdistana Suriye çalakiyên xwe berdewam dike

Rêxistina Amûdê a partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya,di roja 18ê Sibata 2022an de, semînerk li ofîsa partî li darxist…

Herwiha fêrdan li ser “Jiyana têkoşer Mihemed Elî Xoça”bû di destpêkê de,hemû beşdar ji aliyê mamoste Dijwar Tewfîq ve,hatin bixêr hatin û piştre kêlîgek bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de,li ser giyanê Barzaniyê nemir.

Herwiha semînar ji aliyê Mamoste: Ebdulrezaq Hacî Qasim, endamê desteya şêwirmendiya partiyê ve, hat birêvebirin.

Herwiha Ebdurezaq Hac Qasim: Li ser jiyana têkoşer Mihemed Elî Xoça û qonaxên têkoşîna wî ya di dîrokê de axivî.Û diyarkir ku têkoşer Mihemed Elî Xoça, di sala 1914an de, li gundê Mabetî yê girêdayî herêma Efrînê ji dayîk bûye.Li dibistana sêwîxanê,xwend û bawernameya xwe ya amedeyî di heman dibistanê de distîne û di sala 1948an de li Helebê di dibistana seretayî de mamostetî dike û di sala 1950î de.
endamê Komela Xwiyebûn bû û ji wan kesên ku bi hevkarên xwe yên destpêkê re tevlî Rêxistina Piştgirên Aştiyê û piştre jî Partiya Komunîst a Sûriyê bû.

Di sala 1957an de, bi çend hevalên xwe tevlî damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê,û ji ber damezrandina partiyê û di bin fişara hikûmeta yekitiya di navbera Sûriye û Misirê de, li ser partiyan û şopandina wan partiyan neçar bû. bi çend hevalên xwe re Dr.Xelîl Mihemed û Cegerxwîn ji welêt derkeve.
Ew çû Kurdistana Iraqê, û li wir tevlî refên Pêşmerge û sektora Zaxo bû, û ji rêxistina Zaxoyê re, ku serokatiya wê Mihemed Elî Xoça dikir.

Di sala 1965an de,têkoşer Mihemed Elî Xoça piştî ku ji Kurdistana Iraqê vegeriya ji aliyê hêzên ewlekariya Sûriyê ve, hat girtin û rastî îşkence û nexweşiyên giran hat û hat veguhestin bo nexweşxaneya Îbn Elnefîs li Şamê, ku hinek ji wan li wir bûn. Di wê demê de, di nava refên Partiya Komunîst a Sûriyê de, kar dikirin, şert û mercên objektîf hebûn, di nav wan de şert û mercên her sê parçeyên Kurdistanê jî hebûn.

Di dawiyê de pirsên amadebûyan ji aliyê mamoste Ebdurezaq Hac Qasim ve, hatin bersivandin.

Back to top button