DosyaRojev

Beşek hevdîtinên serokê herêma Kurdistanê li Konferansa Asayîşa Munich

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Cîgira Serok Wezîr û Wezîra Derveya Belçîka civiya

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke din ya li Konferansa Asayîşa Munich, êvariya îro şemî 19.02.2022 li gel xanima Sophie Wilmès Cîgira Serok Wezîr û Wezîra Derveya Belçîkayê civiya.

Li civînê de di derbarê rûbirûbûna teror û encamên şerê Da’îşê guftûgo kirin û tîşk xistin li ser rewşa wargeha Elhol ya li Sûriye. Her du alî hevra bûn ku ji bo rûbirûbûna terorê, ji bilî li rêyên serbazî, divê bi bernameyeke giştgîr hemû girîngiyek bi kultûra lêborînî û pêkvejiyan û vekirina li ser ol û neteweyên cûda da bê dayîn, bi taybetî li rêya perwerdeyê ve.

Li mijareke dinê civînê de behsa rewşa Êzdiyan qurbaniyên destê terorê û revandiyên azadkiriyên Êzdî û wê yasayê kirin ku li Iraqê li vî derbarî de taybet bi jinên rizgarbûyê destê Da’îş derketiye.

Hilbijartinên Iraq û Kurdistan mijareke dinê civînê bû. Têda Serok Nêçîrvan Barzanî xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo birêveçûna hilbijartinan di dema xwe da dûpat kir.

Li beşeke dinê civînê de birêz Serokê Herêma Kurdistanê spasî piştgîrî û hevkariyên Belçîkayê kir ku li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş da pêşkêşî Herêma Kurdistan û Iraqê hatine kirin.

————————————————————————————————————————————————-

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê Xaça Sora Navdewletî civiya

Berî nîvroya îro şemî 19.02.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li duyem roja çalakiyên xwe ya li Konferansa Asayîşa Munich, li gel birêz Peter Maurer Serokê Xaça Sora Navdewletî civiya.

Serok Nêçîrvan Barzanî, rola rêxistina Xaça Sora Navdewletî bilind nirxand bi taybetî li wan navçeyên alozî û nearamî têda heye, her wiha spasî rêxistinê kir ji bo wan kar û çalakiyên miroviyên li Herêma Kurdistanê û hemû piştgîrî û amadehiyeke Herêma Kurdistanê ya ji bo berdewamiya alîkariya li gel wan da dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Peter Maurer ji bilî pêşkêşkirina axaftinek li kar û çalakiyên wan ya li Herêma Kurdistanê, spasî Serok Nêçîrvan Barzanî kir ji bo wan alîkarî û hemahengiya ji aliyê peywendîdar û damezraweyên Herêma Kurdistanê li gel rêxistina Xaça Sora Navdewletî têkirin û got bi girîngiyê ve temaşa hebûna me ya li Herêma Kurdistanê dikîn û li alîkariya me ya hevbeş berdewam dibin.

Her du alî hevra bûn ku li Rojhilata Navîn ya fireh reng, eger aramiya siyasî nebê, kêşe û alozî dirust dibê û dibê sedema koçkirinê, her wiha pêşketinên Sûriye bi taybetî ewê Da’îş li zîndana Heseke encam da cihê dilgiranî û zengileke metirsîdare.

Nirxandina rewşa Iraqê bi giştî, mijareke dinê civînê bû.


Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Nûnerê Komîteya Hêzên Serbaziyan li Kongresa Amerîka civiya

Li duyem roja çalakiyên xwe yên li Konferansa Asayîşa Munich da, sibehiya îro şemî 19.02.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel xanima Elissa Slotkin Nûner û Endamê Komîteya Hêzên Serbaziyan li Kongresa Amerîka civiya.

Li civînê de xanima Slotkin dûpat kir Herêma Kurdistanê hejmareke zêdeyê dost li Kongresa Amerîka heye ku xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê dizanin her ji berê de heta rûbirûbûn û têkşikandina şerê Da’îş de, ji bo wê yekê dixwazin hevkariya Herêma Kurdistanê bikin.

Her du alî hevra bûn ku Da’îş li Iraq û Sûriye hê jî metirsiyeke rasteqîneye û gefeke ciddî li aramiyê dike, ji bo wê yekê alîkarî û hemahengiya Hewlêr û Bexda girînge û pêwîste aramî û xizmetguzarî hebin bo ku bingehên terorê dirust nebin.

Peywendiyên Herêma Kurdistan û Amerîka, rewşa Herêma Kurdistanê, pêşketinên dawî yên proseya siyasî û rewşa emnî û aborî li Iraqê, çend mijareke dinê civînê bûn.


Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Derveyê Fransayê civiya

Her li berdewamiya hevdîtinên li Konferansa Asayîşa Munich da, êvariya îro şemî 19.02.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li gel birêz Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransayê civiya.

Di destpêkê de Serok Nêçîrvan Barzanî, spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û piştgîriya berdewamiya Fransa ya ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir, paşê her du alî tekez li ser xwesta du aliyane ya pêşxistin û bihêztirkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransa û dostayetiya di navbera wan kir.

Her li vê çarçêweyê da tîşk xistin li ser kar û çalakiyên Balyozxaneya Fransa li Bexda û Konsolxaneya Giştî ya li Hewlêr û hewlên wan yên ji bo berev pêşvebirina peywendiyên Fransa li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, bilind nirxandin.

Li beşeke dinê civînê de di derbarê pêşhatên dawî ya rewşa siyasî û emnî ya li Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û behsa wan metirsî û gefên Da’îş li Iraq û Sûriyê kir. Li vî derbarî de tîşk xistin li ser êrîşa dawî ya Da’îş ya li ser zîndana Heseke û bandorên wê.

Peywendiyên Hewlêr – Bexda û peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û navçeyê, mijareke dinê civînê bûn.


Serok Nêçîrvan Barzanî û Şêx Hemed Bin Casim Al Sanî civiyan

Li hevdîtina dawî ya li Konferansa Asayîşa Munich da, êvariya îro şemî 19.02.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Şêx Hemed Bin Casim Bin Cebir El Sanî Serok Wezîrê berê yê Qeterê û Endamê Desteya Birêvebirina Konferansa Asayîşa Munich civiya.

Li civînê de guftûgo di derbarê hevdîtin û çalakiyên Konferansa Asayîşa Munich û bandora erênî ya konferansê kirin ku têda serkirde û berpirsên bilindên welatan li ser çendîn pirs û kêşe alozî û çareseriya wan, guftûgo dikin û danustandina bîr û ramanan dikin.

Derfeta dirustkirina peywendiya hemahengiya li navbera Konferansa Asayîşa Munich û dezgeh û saziyên hizr û raman û lêkolîniyên li Herêma Kurdistanê, rewşa Iraq û navçeyê bi giştî, mijareke dinê civînê bû.


Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Cîgira Serok Wezîr û Wezîra Derveya Belçîka civiya

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke din ya li Konferansa Asayîşa Munich, êvariya îro şemî 19.02.2022 li gel xanima Sophie Wilmès Cîgira Serok Wezîr û Wezîra Derveya Belçîkayê civiya.

Li civînê de di derbarê rûbirûbûna teror û encamên şerê Da’îşê guftûgo kirin û tîşk xistin li ser rewşa wargeha Elhol ya li Sûriye. Her du alî hevra bûn ku ji bo rûbirûbûna terorê, ji bilî li rêyên serbazî, divê bi bernameyeke giştgîr hemû girîngiyek bi kultûra lêborînî û pêkvejiyan û vekirina li ser ol û neteweyên cûda da bê dayîn, bi taybetî li rêya perwerdeyê ve.

Li mijareke dinê civînê de behsa rewşa Êzdiyan qurbaniyên destê terorê û revandiyên azadkiriyên Êzdî û wê yasayê kirin ku li Iraqê li vî derbarî de taybet bi jinên rizgarbûyê destê Da’îş derketiye.

Hilbijartinên Iraq û Kurdistan mijareke dinê civînê bû. Têda Serok Nêçîrvan Barzanî xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo birêveçûna hilbijartinan di dema xwe da dûpat kir.

Li beşeke dinê civînê de birêz Serokê Herêma Kurdistanê spasî piştgîrî û hevkariyên Belçîkayê kir ku li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş da pêşkêşî Herêma Kurdistan û Iraqê hatine kirin.


Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Cîgirê Sekreterê Giştî yê Natoyê civiya

 li berdewamiya duyem roja çalakiyên xwe yên li Konferansa Asayîşa Munich da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Mircea Geoană Cîgirê Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Bakûrê Atlantîk (Nato) yê civiya.

Serok Nêçîrvan Barzanî li civînê bi kurtî di derbarê rewşa siyasî û emnî ya Iraqê xiste rû. Têda behsa gef û metirsiyên Da’îş li Iraq û Sûriye kir û balkişand li ser alîkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê bi taybetî li navçeyên valahiya emnî da kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Geoană tîşk xiste li ser erkê Nato li Iraqê û dûpat kir ku ew hebûna şanda Nato li Iraqê bi hengaveke girîng dibînin ji bo yarmetîdan û meşq û rahênana serbazî, bi taybetî ku Da’îş hê jî gefe û nabê aloziyên Ukranya balê bikşînin li ser metirsiya terorê li navçeyê û nehêlin.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê amadehî û hebûna Nato li Iraqê bi hengaveke girîng da zanîn û dûpat kir ku Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstiya wan bi pêşxistin û binyatnana şiyana emnî û serbaziyan heye, ji bo eve jî hêvî xwest Nato bikarê hevkar û yarmetîder bê.

Nirxandina pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî, aliyeke dinê civînê bû.


Serok Nêçîrvan Barzanî spasî hevkariya çandî ya Almanyayê kir

Her li çarçoveya Konferansa Asayîşa Munich da, êvariya îro şemî 19.02.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek da li gel xanima Claudia Roth Wezîra Dewleta Almanî ya Karubarê Kultûr û Medyayê, behsa girîngiya çandinê wekî pireke peywendiyê kir û tîşk xistin li ser çalakiyên çandî yên Almanya li Herêma Kurdistanê û pêşxistina peywendiyên her du aliyan ya li vî warî da.

Xanima Roth, ji bilî behskirina axaftineke di derbarê bernameya Hikûmeta Almanya ya li warê çandî da, amadehiya welatê xwe ji bo alîkariya li warên cûda cûdayên kultûrê da ya ji bo Herêma Kurdistanê derbirî û balkişand li ser projeyeke hevbeşa Almanî-Fransî li Qela Hewlêrê kir.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî, ji bilî spas û pêzanînên xwe yên ji bo piştgîriyên Hikûmeta Almanya û xanima Roth, wekî dosteka gelê Kurdistanê, bi kurtî di derbarê pêşhatên dawî ya rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê xiste rû.

——————————————————————————————————————————————————

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Derveyê Hîndistanê civiya

Li civînê de derfetên ber bi pêşvebirina peywendî û warên alîkariya hevbeşa Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Hîndistanê û bingeha sermayeguzarî û veberhênana Hîndî û vekirina dergehê bi rûyê kompanyayên Hîndiyan da xistin ber behs û di derbarê pêşhatên dawî ya rewşa siyasî û emniya Iraqê û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Birêz Wezîrê Derveyê Hîndistanê spas û pêzanînên welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê derbirî ku ji bo wê piştgîriya li destê karê Hîndî dike û derfeta kar dide wan, her wiha behsa bernameya welatê xwe ya ji bo binyatnan û pêşxistina şiyanên wan ya li Herêma Kurdistanê kirin û dûpat kir ku dikarin li warê tendirustî û bankdarî û zanîngehê da meşq û rahênanê pêşkêş bikin.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî, ji bilî dûpatkirina xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Hîndistanê, behsa destê karê Hîndî li Herêma Kurdistanê kir ku komek pîşegerê karkerin û hemû piştgîriyek li wan tê kirin, her wiha spasî bernameya binyatnan û pêşxistina şiyanên wan kir û xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşwaziya sermayeguzarî û kompanyayên Hîndî dûpat kir.

Firehiya neteweyî û olî û dewlemendiya kultûra pêkvejiyan û lêborîniya li Hîndistanê serdana welatiyên Herêma Kurdistanê ya ji bo çareseriya pizîşkî li Hîndistanê û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, aliyeke dinê guftûgoya her du aliyan bû.

Back to top button