Nivîsar

Partî, Rêxistin û perspektîva Kurdistanî

 Partî yan rêxistinên ku ji bo rizgarîya welat û milletekî tên damezrandin, alav in û ne armanc in. Ev partî, rêxistin yan dezgeh ji bo ku di armanca xwe de biserkevin û bibin alîkar û desteka wê armanca ku dane pêşîya xwe tên avakirin. Lê ku ew partî yan rêxistin tenê hebûna xwe bikin armanc û doza ku dane pêşîya xwe ji bo hebûna xwe bikarbînin, wateya xwe winda dikin, dikevin nava hirs û nexweşîyên ”tenê ez û ez” bûnê, ji naveroka xwe gellek tiştan winda dikin û di pêvajoyê de dibin wek terîqet û tekkeyên olî. Îcar gava rewş giha vê radeyê, rê û armancên ku dane ber xwe jî ji ber çavê wê partî yan rêxistinê winda dibin, berê wê dikeve alîyekî din, hebûn û tunebûna welat û millet bi hebûn û tunebûna xwe ve girê didin. Ev jî dibe xeterek mezin û li pêşîya aştî û hevkarîya navxweyî dibe arîşe û serêşek bê derman.( Ev îzahat xeftanekî temam jî bo PKK ye.)

Di tekoşîn û serketina milletekî bindest de çeka herî xurt rêxistin e. Milletên bindest bi rêxistinî bi serketine û gihane armanca xwe. Helbet di vê rêyê de ji nava her çîn û tebeqê rêxistin û partîyên siyasî tên damezrandin û her partî li gora rêbaz û armanca ku daye pêşîya xwe têdikoşe, dixwaze biserkeve. Di vê tekoşîna serketinê de, çawa ku hinek eşîrên Kurdistanê dixwazin di herêmên xwe de bibin hêza yekemîn, di herêmê de xwedî gotin û desthilatdar bin û naxwazin eşîrek din ji wan xurttir be da ku ew ji çap nekevin, partî û rêxistin jî dikevin heman rewşê, dikevin nav hirs û desthilatdarîyek yek alî. Ev jî dibe sebeb ku heger hebin, pirsgirêkên navbera rêxistin û partîyan kûrtir bibin, neyartî û dijberîya hev bikin, û wey li wî ye ku yê din bi xayintî û xulamtîya dijmin rûreş bikin. Îcar gava rewş ev rewş be, hirs û ezezîya wan rêxistinan dikeve pêşîya berjewendîyên netewî, doza netewî talî dimîne û dikevin nav psîkolojîya man û nemanê.

Heger em li gor van dîtinên jorîn rewşa bakurê Kurdistanê binirxînin, emê bibînin ku Kurdên bakur ji destê vê nexweşîyê pir êş û cefa kişandine. Çi di warê eşîrtî de dibe û çi jî di warê siyasî û partîtî de dibe, hirsa serokayetîya şoreşê bûye kelem û ketiye nav dest û lingên Kurdên bakur. Ji berî salên 1980î bigrin heta bi roja îro jî ev nexweşî berdewame û di warê yekîtî yan enîyek netewî û Kurdistanî de tu gav nehatine avêtin. Her çiqasî gellek caran ev hewldan hatibin kirin jî, lê hirsa serokayetîyê ji sazkirina yekîtî û enîyek netewî re bûye asteng, rê li ber girtiye û encamek erênî ji van hewldanan derneketiye. Dev ji yekîtî û sazkirina enîyek netewî jî berdin, hetta di nav rêxistinan bi xwe de bûye sedema parçebûn û şerê birakujîyê jî.

Heger wek nimûne em bêjin; parçebûn û birakujîya ku di nava PDKT de, kujtina Saît Kirmizitoprak û Saît Elçî jî ji sedema hirsa serokayetîyê rû dabû. Heger hirsa serokayetî û ezezîyê derneketa pêş û birakujîya qirêj rû nedabûya, wê rewş di astek din de bûya û ew pirsgirêkên ku ji wan salan heta bi îro jî mane ji holê rabûna. Lê mixabin ji kujtina Saît Elçî û Saît Kirmizitoprak bigrin û hetanî bi îro, bi sedan kadro û canfedayên doza milletê Kurd ji ber sedema hirsa serokayetîyê bê sebeb hatine kujtin. Ji bilî îstîsna di nav her rêxistina Kurd de bûyerên bi vê ecêbê qewimîne û hîna jî didomin. Ev jî sedemek jê ye ku aştîya navxweyî pêk nehatiye û rêxistinên Kurd ji hev parçe û tarûmar bûne. Mixabin!

Hirsa serokayetîya şoreşa Kurdên bakur ziyanek mezin da tevgera vî beşî. Bi taybet di destpêka salên 1980î de Kurd pirr êşandin û wilo bû ku rêxistinên me şerê hev bikin û bi sedan xortên nestêle bilasebeb bên kujtin. Bi taybet PKK di vî şerê birakujîyê de rolek neyînî lîzt. Ji ber ku PKK ji afirandina xwe û hetanî roja îro siyaseta çekdarî meşandiye û dimeşîne, her li gora vê siyaseta xwe jî dostanî û dijminatîyên xwe ji bî nav kir. Di vê binavkirinê de para tevgera Kurd bi dijminatî hat zimên. Di vê binavkirin û şerê birakujîyê de bi hezaran welatparêzên Kurd hatin kujtin. Ezê zêde nekevin nav detay û şiroveyên dûr û dirêj ji ber ne armanca min û ne jî mebesta vê nivîsê ye. Lê ji teref PKKê tahrîbatên gellek mezin hatin kirin, xwîna welatparêzên Kurd rijandin û brînek mezin di doza milletê Kurd de vekirin. Ev rûdanên nexweş û dilêş bûn sedem ku PKK ji alî tevgera Kurd ve ne wek ”tevgerek netewî” hetta wek ”tevgerek dagîrkeran” bê binavkirin. Ev dijminatîya bi şiddeta fiîlî hetanî derbeya faşîst a 12 Îlona 1980î dom kir. Bi derba faşîst re gellek welatparêzên Kurd hatin girtin, kujtin û êşkencekirin. Her çendê di nav wan de exlebe wan PKK yî jî bûn, PKKê

piştî derbeya faşîst û girtin û kujtina welatparêzên Kurd jî, rewş nehat guhertin. Dijminatî, hirsa serokayetîyê berdewam kir. Çi di zindanên dijmin de û çi jî li derveyî zindanê, ji teref PKKê ve dijminatî û şerê birakujî her berdewam kir. Her çiqasî PKKî yan tadayî dan girtîyên welatparêzên derveyî xwe jî, lê di serî de girtîyên PKK û tevayê partî û tevgerên dinî Kurd, bi serbilindîyek mezin dîrokek destanî nivîsandin. Di wan serhildan û berxwedanan de PKK rolek sereke dilîzt. Ev pêvajo jî ji alî tevgera Kurd a derveyî PKK ve bi gellek navan hat binavkirin. Di pêvajoya şerê çekdarî de PKK gellek xeletî kirin û siyasetek nerast li pêşberî Kurdan danî. Di encama vê siyaseta xelet de gellek eşîr û malbatên welatparêz ajotin dawa dijmin, bûn sebebê ku bi deh hezaran Kurdên welatparêz yan jî Kurdên mixlis bibin cerdevan û qoricî. Evê siyasetê jî brînek xedar di pêşdeçûna doza milletê Kurd de vekir.

Di pêşdeçûna doza milletên bindest de her rêxistin û partî karin xeletîyan bikin. Li dinyê bi dehan nimûne hene ku meriv kare destnîşan bike. Lê ya girîng ew e ku, meriv çawa kare ji wan xeletîyan dersê wergire û li şûna wan xeletî û kêmasîyan siyasetek rast bi cîh bike. Ji xwe tevgera ku ji dîroka xwe dersê wernegire, ewê nikaribe rastîyê jî bibîne û di serketina doza xwe de seqet be. Bi taybet tevgerên ku rizgarîya milletekî dane ber xwe, divê ji berjewendîyên tevgera xwe wêdetir, berjewendîyên netewî bikin armanc û li gora berjewendîyên netewî siyaset û şerê xwe bidomînin. Yan na, wê di ciyekî teng de asê bimînin û li dora xwe bizîvirin.

Piştî girtina A.Ocalan PKK ji derbasbûna xwe ders wernegirt û dîsa siyaseta xweyî şaş li himber Kurdan bi kar anî. Ezezîtî û hirsa serokayetîya şoreşê kir ku PKK xwe ji tevgera Kurdî dûr bixe, ji rêxistinên Kurdî zêdetir xwe bi rêxistinên Tirk ve girê de. Girîngîya ku daye hevkarîya rêxistinên Tirk nedaye rêxistinên Kurd û bûye sedem ku li bakurê Kurdistanê enî yan jî hevkarîyek netewî pêk neyê. Ji ber ku PKK li bakurê Kurdistanê tevgera herî mezin û xurt e, pêwist bû ku PKK serkêşîya avakirina enî yan cepheyek netewî-Kurdî- bike. Lê weke ku ji derketina wê jî dixuye, PKK tucarî nexwestiye ku bi rêxistin û partîyên bakurê Kurdistanê re hevkarîyê bike. Heger çend carî hatibin ba hev û çend protokol îmze kiribin jî, dîsa ji bo berjewendîya partîya xwe kiriye.

Diyalog û aştîya navxweyî şertek herî giring ji şertên serketinê ye. Li welatên ku rêxistin û partîyên wê ne li hev bin, bi hevre ne di diyalog û aştîyê de bin, ji arêşeyan xelas nabin û di armancên xwe de zû bi zû bi ser nakevin. Bi taybet di welatek mîna welatê me Kurdistanê de diyalog û aştîya navxweyî ji me re ji nan û avê ferztire. Çawa ku xwarin û vexwarin bingeha jiyana insên e, wilo jî diyalog, hezkirin û aştîya rêxistin û partîyên Kurd nîşana azadî û serketina milletê Kurd e. Nimûna herî giring û berbiçav yekîtî û hevkarîya PDK û YNK ye. Heger PDK û YNK li ser esasên berjewendîyên netewî nehatina cem hev û dijminatî ji nav xwe ranekirana, îro azadîya başûrê Kurdistanê ne mimkin bû. Piştî şer û dijminatîyek dûr û dirêj, herdu alî jî têgihiştin ku serketin di yekîtî, hevkarî û paraztina berjewendîyên netewî de ye. Yan na,wê herdu alî jî biserneketibûna û wê îro başûrê Kurdistanê ne di rewşa îro de bûya.

Tam di vê xalê de divê PKK dev ji siyaseta xweyî şaş berde û xwe zêdetir nêzîkî tevgera Kurdistanî bigire. Di vê qonaxê de şansekî mezin li ber PKK heye ku dev ji hirs û dijberîya tevgerên din berde, dev ji vê rêveberî û siyaseta şaş a niha berde û di şûna ku bi partîyên Tirkan re enî yan ”partîyên sîwan” çêke, bi dilekî pak ûzrê xwe ji Kurdistaniya bixwaze û rexne li derbasbûna xwe bike. Û hêzên Kurd li hev bicivîne, wek hêza herî xurt pêşkêşîya avakirina enî yan cepheyek netewî bike. Heger PKK birastî netewî difikire û xwe wek nûnerê Kurdên bakur dibîne, divê di xurtkirina diyalog û hevkarîya hêzên bakurê Kurdistanê de xwedî helwestek netewî be û vê erka xwe bîne cî. Divê ew xwe ji wan şablonên xweyên ku jêre hatine hazirkirin derkeve, zêdetir netewî û Kurdistanî bifikire û gava ku jê tê xwestin bavêje.

Di tekoşîna azadîya millet û welatekî de xeletî dibin, kujtin dibin, dijminatî û şerê brakujî jî gellek caran dibin. Li her welatê dinyayê bûne. Lê ku mesele hat û li berjewendîyên netewî sekinî, divê em karibin dijminatî û dilmayîna navxweyî deynin alîyekî û di çarçoweya berjewendîyên netewî de dest bidin hev û hevdu himbêz bikin. Kînê li himberî hevdu najon, neyên lîztika dewletên dagîrker û kêfa dijmin li xwe neynin. Nimûna herî baş şerê 92-93-94 e.

PKK çêtir zane, di şerê 92-93-94an, di şerê navbera PKK û PDK de bi hezaran Kurd bê sûc û bê guneh şehîd ketin. Lê rojekê tenê jî serok Barzanî û PDK kîn najot û dijminatîya PKK nekirin. Çima? Ji ber ku êdî kîn û nefreta li dijî hev, şer û pevçûna brakujî ji ziyanê wêdetir tu fêdê nade Kurdan. Serketin ne di dijminatî û şerê hev de lê di tifaq û hevgirtina netewî de ye. Bi taybet gava ku serok Barzanî lêborîna xwe ji şehîdên Kurdistanê xwest û şerê brakujî wek dijminê herî xedar bi nav kir, divê hêzên herçar parçeyên Kurdistanê vê helwest û ramana Mesûd Barzanî ji xwe re wek nimûneyek bêhempa bigrin û jê dersan wergirin.

Netewayetî, netewparêzî stûna Kurdayetî û serketina milletê Kurd e. Heger em Kurd bi ruh û hestên netewparêzî tev negerin, li ser esasên berjewendîyên netewî neyên ba hev û li dijî dijminên xwe nebin yek, weke ku rehmetî Mela Mistefa Barzanî digot ” Çi kesê ku hestên netewayetî pêre tunebe, wê rojek ji rojan îxanetê li gelê xwe bike” emê jî rojek ji rojan îxanetê li millet û welatê xwe bikin. Hezar mixabin PKKê gotinê rêberê Kurd Mele Mistefa Barzanî di kiryara xweyî rizgar kirina Şengalê de carek din rast derxist û rûyê xweyî ne Kurdistanî da der û Şengala mazlum hîbeyî Irakê kir.

Nûrî Çelîk


 

 

Back to top button