Polîtîk

Parlementoya Kurdistanê bi tundî avakirina kantonê bo Şingalê red dike

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de, bi tundî hewlên avakirina kantonekê li Şingalê red dike.

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê wiha dibêje, “Em bi tundî avakirina kantonê bo Şingalê red dikin û em wê yekê bi gef li ser yekperçeya Herêma Kurdistanê dibînin. Em di wê baweriyê de ne ku ev pêngav Kurdistanê vedgerînin bo serdemê şerê navxwe, ku bi ser çend îdare û kanton hatibû belavkirin. Di heman demê de, ev pêngav bervajî destûr û qanûnên îdarî yên Herêma Kurdistanê ne.”

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê wiha domand: “Axaftin li ser wî bajarê birîndar, ku hîna beşek mezin jê, di bin destê terorîstên DAIŞê de ye, bervajî wê yekîtiya ku di navbera aliyên siyasî yên herçar percent Kurdistanê ye. Herwiha li dijî yeksengeriya hêzên kurdî ji Kobanê heta Xaniqînê ye.”

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Pêwîst e tevahiya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê, berpirsane mamele ligel vê rewşê bikin û nakokiyan kurtir nekin û ber bi aliyê lidarxistina Kongreya Neteweyî ve biçin.”

Back to top button