Civak

Parlemento bêyî PDKê civiya

Parlementoya  Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê civiya.
Parlementoya Kurdistanê îro demjimêr 11.00 dest civîna xwe kir. Di civîna îro de li gel çend yasayan dê yasaya serokatiya herêma Kurdistanê jî bête gotubêj kirin.
Fraksiyona PDKê di civîna îro de amade nebû ev civîn boykot kir.
PDK da xuyakirin ku, civîna îro bê ku ji wan bête pirsîn pirsa serokatiya herêmê kirine rojeva civînê de. Herweha PDK dibêje pêwistî ji bo pirsa serokatiya herêmê  lihevkirinek niştîmanî heye.
Wek din ji bilî PDKê, 3 fraksiyonên din ên Tirkmenan û Xirîstiyanan û herwisa fraksiyona Arasteya Sêyem di civînê de amade nebûne û civîn baykot kirine.
Back to top button