Civak
Parlementerên Kurdistanê arîkariya Wanê dikin
Li gora AKnews ragihandî, di kongireke rojnamegeriyê de li avahiya yekîtiyê li Hewlêrê, Serokê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê Nîmet Ebdila nûçeya şandina wan alîkariyan ku bi qasî bêtirî 65 hezar dolarê amerîkî ye, ragihand.
Ebdila got, “Ji bo bêtir alîkarîkirina ziyanlêketiyên Wanê, bi rêya endamên yekîtiyê re, me karî alîkariyan ji bo bajarê Wanê kom bikin û îro bi rêya şandeke yekîtiyê re dê bigihine Wanê.”
Ebdila aşkere kir ku alîkariyên wan bi qasî 65 hezar û 500 dolar e ku dê rasterast bigihe bajarê Wanê û piştî pêkanîna civînekê digel Şaredariya Wanê, dê alîkarî bêne pêşkêşkirin.