Cîhan

Parlementerên Kurd li ser rêya Bexdayê ne

Parlamenterê İraqî ser bi Lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Sirwan Sîrînî ji BasNewsê re got ku rewşa xirab a heweyê li Bexdayê çûna parlamenterên PDK’ê bo Bexdayê heta piştî nîvro hatiye paşxistin û civîna Parlamentoya İraqê jî hatiye paşxistin heta ew parlamenter dighin.

Sîrînî got: Piraniya wan parlamenterên ku niha li Firokexaneya Hewlêrê ne û li benda çûna Bexdayê ne, ser bi Lîsta PDK’ê ne, herwiha çend parlamenterên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî ligel wan in.

Sîrwan Sîrînî da zanîn ku di civîna îro de Selîm Cibûrî wek serokê Parlamentoya İraqê, Humam Himûdî cîgirê yekem ê serokê parlamentoyê û Xesro Goran jî wek cîgirê duyem ê serokê Parlamentoya İraqê tên hilbijartin. Herwiha diyar kir ku eger heye guhertin jî bên kirin, lê belê heta niha wiha rêkeftin hatiye kirin.

Derbarê namzetê Kurdan bo postê serokkarê İraqê de jî, Sîrînî got: ‘’Heta niha tu zanyariyek di vê derbarê de negehiştiye me û haya me jê nîne ka kî dibe namzetê Kurdan bo postê serokkomarê İraqê.

Back to top button