Polîtîk

Parlementerek ji Ak Partiyê veqetiya

Parlementerê Ak-Partiyê Yusuf Ziya Irbeç,  ji partiya xwe veqetiya.  Parlementerê bajarê Antalya Yusuf Ziya îro di parlementoyê de konferansek rojnemevanî pêkanî û îstifa xwe ji Ak-Partiyê ragihand.

Irbeç sedemê ji Ak-Partiyê veqetayî bi vî awayî da diyarkirin. Parlementerê Antalya got: Vekirina demokratik û bûyerên wek bûyera Xabûrê di dilê miletê me de birînên kûr vekirine.Niha jî piştî hilbijartina jî, dê destûra bingehîn bête guhertin. Ev yek wê yekitiya welatê me û miletê me têkbibe. Ji bo van tiştan ez ji Ak-Partiyê vediqetim.

Dema hilbijartin nêzik dibin piraniya parlementerên ku, cardin bizanibin nayên hilbijartin ji partiyên xwe vediqetin û ji xwe re li cihek din digerin. Piştî istifa parlementerê Ak-Partiyê, hêjmara parlementeran di parlementoyê de bi vî awayi ye:

Kursiyên Partiyên di parlementoyê de:

AK Parti:   334

CHP :       101

MHP :         70

BDP :        20

Serbixwe :    9

DSP :         6

TP :          1

Kursiyên Vale :   9 

Tevahî 550 kursî di parlementoyê de hene.  

Back to top button