Parlementerê kevin ji HDPê îstifa kir
Parlementerê berê yê HDPê yê Batmanê M.Ali Aslan ji partiya xwe îstifa kir. M.Ali Aslan du dewra ji Batmanê bûye parlementerê HDPê, niha jî dibêje ku HDP ji prensîbên xwe dûr ketiye û îstifa xwe daye.
Aslan dibêje ku, helwesta reveberiya partiyê hinek kesan ji partiyê dûr têxe. Taybetî helwesta cigirê serokê HDPê yê ji rêxistinê berpirs Alican Onlu bûye sedem ku ez ji Partiya xwe îstifa dikim.
Aslan dide xûyakirin ku ; Alican Onlu li ser Whatsapp ê mejajek jêre rêkiriye û gotiye: Carek din navê Demirtaş û HDPê neyne ser zimanê xwe tu van navan dilewitînî, ya herî baş ewe ku tu ji partiyê dûr bikevî.“
Aslan daxûyaniya xwe de dibêje, di nava HDPê de grub çêbûne, eve du salin HDP ji prensibên ku li ser hatî avakirin dûr ketiye û hêdî siyaset di nava HDPê de li ser bingehê berjewendiyê gruba tê rêvebirin. Ji bo vê jî imkana ku mirov siyasetê di nava HDPê de bike nemaye.
Aslan dibêje ku, pirsgirêkên heyî me gelek cara ji berpirsên Partiyê re gotiye, lê guhê xwe digirin, felsefa ku HDP li ser hatî avakirin ji aliyê hinek gruban ve hatiye ji navbirin.