Polîtîk

Parlementerê HDPê dibe berbijêrê kijan partiyê

Li Dilokê pêvajoya hilbijartinên herêmî û destnîşankirina berbijaran de bûyerên cuda tê jiyandin. Ji berî demekî dihat gotin ku CHP û IYI Partî , dê li Dîlokê parlementerê HDPê Celal Dogan wek berbijêrê şeredariyê destnîşan bikin. Lê gava dawî de IYI Parti ev yek qebul nekir û destnîşankirina Celal Dogan wek xetek sor da nîşandan.

Lê gava dawî de CHP û IYI Partî endamekîyê MHPê yê berê li Dilokê wek berbijêrê tifaqa xwe dan nîşandan.
Armanca HDPê li Dilok û Ruhayê ewe ku li himber AKPê pişgiriya berbijêrê IYI Partiyê û CHPê bike ji bo vê jî tu berbijêr li ser navê partiya xwe destnîşan nekir.

Lê niha Celal Dogan parlementerê HDPê hewl dide bibe berbijêrê Demokratik Sol Parti(DSP) ev partipartiya serokwezîrê demekî Bulent Ecevite. Tu giraniya vê partiyê îro nemaye.

Back to top button