Polîtîk

Parlementera sund xwar

Piştî hilbijartinên Iraqê, parlemento civîna xwe ya yekem îro darxist.Parlementerên nû yên parlementoya Iraqê îro sûn xwarin. Palementerên nûnêrê Ereban bi erebi û yên nînerê kurdan jî bi kurdî sund xwarin. Rûniştina yekem a parlementoya Iraqê di bin serokatiya Fuad Masum yê endamê hevpeymaniya Kurdistanî de civiya.

Di destpêka vê rûniştinê de Fuad Mesum gotarek kurt pêşkêş kir û paşê, daxwaz ji endamên parlementoyê kir, ku sûnda xwe ya qanûnî bi zimanê Erebî û bi zimanê Kurdî jî bixwin.

Fuad Mesum di gotara xwe de da nîşandan, ku destûrê ev maf (mafê sûnda bi zimanê Kurdî) daye her endamekî yê parlementoyê.

Serokê vê rûniştinê daxwaz ji endaman kir, ku di dema sûndxwarinê de rêzgirtin ji sûndê re hebe û ji bo ku ev rêzgirtin bi cih bibe, divê di dema sundxwarinê de hemû endamên parliyamentê li ser piyan bisekinin.

 

Back to top button