Polîtîk

Parlemana Ewrûpa runiştinek ji bo nasandina jenosayda gelê Kurd encam dide

Piştî serdana Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya Parlemena Ewrupayê, li ser daxwaza Serok Barzanî ya ji bo nasandina jenosayda Kurdan, biryare Parlemena Ewrupayê roja pênçşemê civîneke taybet li ser vê pirsê li darbixe. Ji bo vê yekê jî şandeke Herêma Kurdistanê ji Wezareta Karubarên Şehîd û Enfalkiriyan hatiye dawetkirin.

Piştî wê yekê ku li Strasburg pirsa jenosayda Kurd li kombuna giştî ya Parlemena Ewrupa hate nirxandin, biryare kombun li Brukselê li ser vê pirsê berdewam bin û kombun jî li jêr navnîşana jenosayda Kurd li serdema Seddam ji aliyê lîjneya Peywendiyên Iraq li Parlemena Ewrupa ve tê rêkxistin.

Her wiha biryare civîna Parlemena Ewrupa bi amadebuna Parlementerên Ewrupî û komîsyona Ewrupa û bi amadebuna Wezîrê Şehîdan û enfalkiriyan bê encamdan. Li vî derbarî de Dilawer Ajgeyî Nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewrupa ragihand piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji Parlemena Ewrupa ya di derbarê wê pirsê kir, niha Parlemena Ewrupa ji berê ciddîtir li ser meseleyê kar dike û em jî li hewla berdewamdayîn ku hemahengiyê di navbera saziyên peywendîdarên Herêmê û Parlemena Ewrupa bikin heta wê demê Parlemena Ewrupa biryarekî fermî li vî derbarî de derdixe.

Back to top button