Polîtîk

Parlametoya Îraqê tawana kîmiyabara Helebceyê bi jênosîd qebûl kir.

Parlamentoya Iraqê deng li ser  kîmyabarana Helebçeyê da û bi piraniya dengdan bi tawaneke komkuj (jenosîd) nasand.

Endamê parlamentoya Iraqê yê  ser bi  bloka Kurdistanî de Seîd Resûl Xoşnaw ji AKnewsê re axivî û wiha got: “Îro, parlamentoya Iraqê  di 44emîn civîna  xwe de karesata kîmyabarana Helebçeyê bi jenosîd nasand.”

Xoşnaw ronî kir ku diviya bû di daniştina duh de ev pênasîn bihata ragihandin lê ji ber temamnebûna rêjeya yasayî ya dengdanê bo îro hate paşxistin.

Parlamenterê kurd got, “Biryar bû di civîna doh de deng li ser pirojeyê  bijenosîdnasandina karesata Helebçeyê bihata dayîn  lê ji ber amadenebûna hejmara temam a parlamenteran, dengdan bo civîna îro paş xist. Îro parlametoya Îraqê bi rêjeya ji %90 tawana kîmiyabara Helebceyê weke jênosîd qebûl kir.

Li adara 2010ê Dadgeha Pêdaçûnê ya ser bi Dadgeha Bilind a Tawanê ya Iraqê, kîmyabarana Helebçeyê wek jenosîd nasand.

 

Back to top button