Polîtîk
Parlamentoyê biyara hinartina pêşmerge bo Kobanî pesind kir
Parlamentoya Kurdistanê bi tevaya dengan biryara hinartina pêşmergeyê Kurdistanê bo şerê dijî terorîstên DAÎŞ li Kobanî, li Rojavayê Kurdistanê, pesind kir.
Li bajarê Hewlêrê. Îro roja sêşemiyê 22.10.2014ê, parlamentoya Kurdistanê di civînekê taybet de minaqeşeya daxwaza serokê Kurdistanê ya di warê hinartina pêşmerge bo Kobanî minaqeşe kir û piştî hemû fraksyonên nav parlamentoya Kurdistanê dîtinên xwe beçav kirin, biraya hinartina pêşmerge bo Kobanî bi tevaya dengan paesind kir.
Weke tê zanîn duhî Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê bi nameyekê daxwaz ji parlamentoya Kurdistanê kiribû biryara hiartina pêşmergeyê Kurdistanê bo Kobanî pesind bikin.