Nêçîrvan Barzanî: Pêwîstiya pêşmerge bi çekên giran heye
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, îro roja sêşemiyê 22.10.2014ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Sêr Rêçard Ûtewêyî serokê komîsyona peywendiyên derve li parlamentoya Birîtaniyayê û şandeya pê re kir.
Did dîdarekê de, şandeya mêvan destxweşî li hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bo wê aramî, îstîqrar û pêşktinên di hemû waran de li herêma Kurdistanê bi detvehatina, kir. Herwesa sipasiya hikûmet û xelkê Kurdistanê kir ku, tevî hebûna kirîza bidcde û îmkanên tixûbdar, hijmareke zêde ya penaber û koçberan hewandine û alîkariyên pêwîst pêşkeş kirine. Şandeya mêvan serdana dawiyê ya Nêçîrvan Barzanî bo Birîtaniyayê bi serdaneke serkeftî wesif kir û daxwaz kir ku komîteya hevbeş ya pêşxistina têkeliyên di navbera her du aliyan de bê aktîv kirin.
Têkeliyên Hewlêr û Bexdayê, pirsgirêka budce û miaşan, pirsa hinartina neftê, çareserkirina pirsgirêkan, giringîdan bi beşdarîkirina suneyan di hikûmeta Îraqê de, rola hevpeymanan di cenga dijî terorê de, rewşa koçber û penaberan û pêwîstiya alîkarîkirina wan ji aliyê hikûmeta federal a Îraqê û civaka navdewletî ve, rewşa karkeran û karê sandîkayan, mafê mirovî û bi taybetî mafê jinan li Kurdistanê, mijarên dîdarê bûn.
Serokwezîrê Kurdistanê, ji bo hevkarî û alîkariyên serbazî û mirovî, sipasiyên herêma Kurdistanê pêşkeşî Birîtaniyayê kirin û got ku, raste niha di şerê dijî terorê de însiyatîv di destê pêşmergeyê Kurdistanê de ye, lê belê ji bo nehêlana metirsiya terorê, pêşmerge pêwîstî bi çekê giran û meşiq û rahînanê heye.
Li dor rewşa penaber û koçberan jî, serokwezîr tekîd kir ku, tevî hemû pirsgirêkan, herêma Kurdistanê li ser alîkarî û hevkarîkirina penaber û koçberan berdewam dibe.