Polîtîk

Parlamentoya Kurdistanê 8 biryar dan

Parlametoya Kurdistanê du civînên awarete li ser minaqeşekirina bûyerên Zaxo û deverêndin saz kirin. Civîna yekem roja sêşemiyê 07-12-2011ê û civîna duyemjî 08-12-2011ê bû. 

Di civîna yekem de rapora komîteya hevbeş ya karûbarên navxweyî û mafê mirovî hatin gotûbêj kiirn. 

Di raporê de ziyanên bûyerên bajarê Zaxoyê û deverêm din yên wîlayeta Duhokê hatibûn destnîşan kirin. Li gor wê raporê: 

27 dikanên meyfiroştinê û senterên masajê hatîne şewitandin. 

4 hotêl û gazînoyek û avahiyekê mezin ku senterê masajê bû hatîne şewitandin. 

Herwesa baregayên yekgirtuya Îslamî li Zaxo, Sêmêl û Duhokê hatiîne şewitandin. 

37 kes ku piranî ji hêzên polîs in birîndar bûne.

300 hezar dolar hatine dizîn. 

53 kes bi fermana dadwer hatine giritin, hindek jê hatîne azad kirin û yên din jî dibin lêpirsînê de ne. 

Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya duyem de ji bo normalkkirina rewşê 8 birayar dan:

1- Şermezarkirina bûyerêndevera Badînan, êrîşên ser rojnamevan, şewitandina baregayên yekgirtuya Îslamî û cihên din.

2- Ew kesên destê wan di pilandananê de heye, xelik teşwîqkiriye û tawana encam dane li gor qanûnê bên mehkeme kirin.

3- Divê hikûmeta wan berprisên îdarî yên ku xemsarî kirî, mehkeme bike.

4- Pêwîste hikûmet tezmînatên madî û manawî bide wayên ku zirar dîtine.

5- Ew komîteya ji aliyê serokê herêma Kurdistanê ve hatiye pêkanîn di karê xwe de lezê bike û di zûtirîn dem   de encaman îlan bike.

6- Saziyên mediyayê êrîşên ragehandinê ragirin û hemû saziyên ragehandinê di sewyeya berprisyariyê de bin.

7- Wezareta ewqaf û karûbarên olî bi rêya melaya, wezareta rewşenbîrî û wezareta perwerdeyê bi rêyên xwe canê biratî û pêkvejiyanê biçespînin.

8- Parlamentoya Kurdistanê tekîdê li ser pêkvejiyana neteweyên cuda dike.

Rojevakurd
Back to top button