Polîtîk
Parlamentoya Îraqê komîteya madeya 140ê pesind kir
Parlamentoya Îraqê di civîna xwe ya îro de bi piraniya dengan komîteya madeya 140 pasind kir.
Lîsteya Hevpaymaniya Kurdistanî li parlamentoya Îraqê ji bona pêkanîna komîteyeke taybet bo madeya 140ê pêşniyarek pêşkeşî parlamentoya Îraqê kir bû. Îro parlamentoya Îraqê di civîna xwe ya normal de bi piraniya dengan deng jib o pasindkirina wê komîteyê da.
Weke tê zanîn armanc ji pêkanîna komîteya madeya 140ê li parlamentoya Îraqê, çavdêrîkirin û şopamndina kar û xebatên komîteya hikûmî ya tyabet bi madeya 140ê ye.
pêşbînî tê kirin ku ev komîteya parlamentoyê tesîreke erênî li aktîvkirina kar û xebatên komîteya hikumî ji bo cîbicxîkirina mdeya 140ê bike.