Parîs Hîlton tê Amedê
Li Amedê seferberiyek mezin dan destpêkirin ku Parîs Hîltonê ji bo vekirina Otela Hîltonê li Amedê bibe.
Otelên Hîltonê ji sala 2006’an û vir ve li Amedê daxwaza vekirina Otelek dikir. Îro hat daxuyandin ku veberdêrê 20 mîlyon dolar hatiye xerckirin.
Otel li ser Geliyê Dîcleyê tê avakirin. Ji bo otelê 5 berecotê xaka Seyrantepeyê hatiye peyda kirin û tê gotin ku otel xwediyê 5 stêrk 11 qat û 182 kockêye.
Serokê Yekîtiya Odeyên Dikandar û Sanatkarên Amedê Alîcan Ebedînoğlu daxuya kir ku avadaniya Hotela Hîltonê di 18 mehan de bê avakirin û ji bo vebûna otelê jî vexwendinek ji Parîs Hîltonê re bişînin.
Ebedînoğlu da zanîn ku bi taybetî jî, ji bo beşdarbûna varîsa Hîltonê ya Parîs Hîltonê digel Saziya Otelçiyên Tirkiye û Serokên Lijneya Rêveberiya Otelên Hîltonê hewldanek mezin bidin. Ger hewldanên me encamek bide wê çaxê em dikarin Beden û Kelayên Amedê jî, ji tevahî dinyayê re bidine nasandin.