
Tuma Çelik parlementerê HDPê yê Mêrdînê bû.Jinek bi navê D.K. ji bo ku Tuma Çelik destdirêjahî li kiriye giiyê wî kir. Ji bo vê yekê pêvajoya dadgehkirinê ji bo Tuma Çelik destpêkir û ji bo parêzbendiya wî bê rakirin fezleke hate amade kirin. Di vê pêvajoyê de Çelik daxûyaniyek da û got; ji bo partiya min (HDP) zererê nebîne ez ji partiyê îstifa dikim.
Lê piştî vê daxûyaniya Çelik, serokê fraksiyona HDPê di parlementoyê de Saruhan Oluç, li parlementoyê konferanseka çapemeniyê li darxist û got: Partiyê bi biryara komiteya Disiplinê Tuma Çelik ji partiyê bi temamî dûrxistiye.
Niha jî parlementoyê parêzbendiya Tuma Çelik rakir û ew dê ji bo pirsa destdirêjahiya jinekî bê dadgehkirin.
Tuma Çelik niha wek parlementerek serbixwe endamê parlementoyê ye. Eger ceza bigre dawî li parlementeriya wî tê anîn.