Polîtîk
Papa gotiye: Pêşî ezê Kurdistanê nas bikim
Li ser tora civakiya facebookê bi zimanê Erebî li ser zimanê Papa yê Vatikan Popa Francis di derbarê Kurd û Kurdistanê de hinek zanyarî hatine belavkirin ku cihê gumanê ye.
Li ser zimanê Papa wiha nivîsîne: Îro em dibînin ku gelê Kurd tê qurbanî kirin. Ez dengê nalîna zarok û jinên Kurdan ku hawar ji destê zulmê dikin dibihîsim. Dema ez xortbûm min navê dengê qehremaniya Kurdan û serokê wan yê wêrek û aza Mela Mistefa Barzanî bihîstibû. Niha jî ez dibînim ku ew bêyî wê yekê ku tu cûdahiyek di navbera dîn û nîjadên bikin hemûyan wekî hev diparêzin. Rêz û hûrmeta min ji bo vê kirdara wan heye. Ez bi xwe ji bo wan lava dikim û ezê kesê yekemîn bim ku dewleta Kurdistanê bi fermî nas bikim.