Panoramaya Serokê Kurdistanê li Almanya
Roja în 06.02.2015 û li yekemîn roja Konferansa Asayîşa Cîhanî ya li bajarê Munîxê Elmanya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel ku pêkhatibûn ji Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dilşad Barzanî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Elmanya, beşdarî li rêwresma vekirin û birêveçûna Konferansê kirin.
Li yekemîn roja destpêkirina çalakiyên Konferansa Asayîşa Cîhanî ya li Munîx û demên konferansê de Serok Barzanî û şanda li gel bi xanim Madlîn Olbrayt Wezîra berê yê Karubarê Derveyê Amerîka civiyan û li kombûnê da rewşa siyasiya Iraq û Kurdistanê û şerê dijî terorîstên Da’îş guftûgo kirin.
Her wiha li yekemîn roja Konferansa Asayîşa Cîhanî ya li bajarê Munîxê Serok Barzanî û şanda li gel bi cûda cûda li gel Sebastian Kurz Wezîrê Derveyê Awusturya(Nemsa) û Vêzna Posîç Wezîrê Derveyê Hirwatîstanê(Kirwatiya) civiya û li her dû civînan de şerê Da’îş û êrîşa terorîstan ya li ser Asayîşa Kurdistan, Iraq, navçe û cîhanê û her wiha peywendiya dû qulî ya di navbera Herêma Kurdistan û Awusturya û Hirwatîstanê guftûgo kirin.
Li beşekî dinê çalakiyên yekem roja Konferansa Munîxê de Serok Barzanî û şanda li gel bi amadebûna hejmarek endam Parlemen û kesayetiyên siyasî û emnî yên Ewrupa û Amerîkayê beşdarî semînereke taybet bûn û têda rewşa meydanî û serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û çawayiya rûbirûbûna terorîstên Da’îş xistin ber behs û guftûgoyan.
Roja şemî 07.02.2015 û li duyem roja konferansê da Serok Barzanî û şanda pêre li gel Heyder Ebadî Serok Wezîrê Iraqê civiyan. Li vê kombûnê da bi hurî rewşa siyasî û emniya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê hate nirxandin û her dû alî pabendbûna xwe bi peymana di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê dûpat kirin û biryar hate dayîn ku peywendî û hevdû dîtin û hemahengiya her dû aliyan berdewam bê. Li beşekî dinê kombûna di navbera Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê de rewşa parêzgeha Nînowa û proseya azadkirina Musil û cîhên dinê li destê terorîstên Da’îş de hatin axaftin.
Her li heman rojê Serok Barzanî û şanda pêre li gel xanim Angela Merkel Şêwirmenda Almanya re civiyan. Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasiya Almanya kir ku palpiştiya Herêma Kurdistanê bûye û hevkariya serbaziyên Almanya jî bi bandor wesif kir. Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî behsa êrîş û metirsiyên terorîstan ya li ser asayîşa navçeyê û Ewrupa û cîhanê kir. Her li vê hevdîtinê de Şêwirmenda Elmanya spasiya rola Pêşmerge kir û pêzanînên xwe yên ji bo azayetî û canfedayî ya Pêşmerge li beranber terorîstan hebû û tekez jî li berdewamiya piştgîriya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê kir. Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexda û pêwîstiya berdewamiya hemahengî û diyaloga di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de mijareke dinê vê kombûnê bû.
Her wiha roja şemî 07.02.2015 li Konferansa Asayîşa Cîhanî ya li bajarê Munîxê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pêre bi cûda cûda li gel xanim Federîka Mogerînî Berpirsa Siyaseta Derveya Yekîtiya Ewrupa û Burg Brend Wezîrê Derveyê Norwêc û Edward Nalbendiyan Wezîrê Derveyê Ermenîstanê û Temmam Selam Serok Wezîrê Lubnanê û xanim Ursula Von Derlain Wezîra Bergiriya Elmanya civiyan. Li kombûna Serok Barzanî û şanda pêre li gel Wezîra Bergiriya Almanya pêdiviyên serbaziyên hêza Pêşmerge û her wiha meşq û rahênana Pêşmerge ji aliyê Almanya ve û berdewamiya pêdana çek ji aliyê welatê Almanya ve hate guftûgo kirin.
Roja yekşem 08.02.2015 li bajarê Munîxê û li roja sêyema Konferansa Asayîşa Cîhanî ya li bajarê Munîxê Serok Barzanî û şanda pêre bi cûda cûda li gel Senator Jon McCain û donzdeh senatorên dinê Amerîkayê yên ji her dû Partiyên Demokrat û Komarîxwazan re civiya. Li van hevdîtinan de hemû senatorên Amerîkayî piştgîriya xwe ya tevahî ji bo Kurdistan û hêzên Pêşmerge dûpatkirin û behsa ewe kirin ku pêwîste hevkariyên serbazî zêdetir pêşkêşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bê kirin.
Her heman roj birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pêre li Konferansa Asayîşa Cîhanî ya li bajarê Munîxê li gel Joe Biden Cîgirê Serokê Amerîka civiya. Li vê hevdîtinê de ku li keşûhewayeke germ û dostane de hate encam dan Cîgirê Serokê Amerîka behsa rola Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li têkşikandina terorîstan kir û serkeftinên hêzên Pêşmerge li dijî terorîstan bilind nirxand.
Li beranber da Serok Barzanî spasiya gelê Amerîka û Serok û Cîgirê Serok û Kongres û saziyên Amerîkayê kir ku li piştgîrîkirina Herêma Kurdistanê helwestekî xwe yê gelek baş hebûye û spasiya Artêşa Amerîka jî kir ku li rêya weşandina gurzê asmanî ya li ser terorîstan yarmetiya hêzên Pêşmerge daye.
Li van civînan de rewşa siyasî û emniya Iraq û nawçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê xistin ber behs û tekez li ser peymana di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê û pabendbûna wan ya bi vê peymanê kirin û berev pêşveçûn û hemahengiya di navbera Hewlêr û Bexda bi babetekî bandor da zanîn ku li rûbirûbûna terorîstan û azadkirina wan hemû navçeyên li jêr destê terorîstan da mane.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka mijareke dinê vê kombûnê bû û têda Cîgirê Serokê Amerîka piştgîriya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê dûpatkir û Serok Barzanî jî behsa komek pêdivî û daxwazan kir ku peywîst bûn bi hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.