Panela Ehmedê Xanî
LI AGIRIYÊ PANELA EHMEDÊ XANÎ
Îro li bajarê Agiriyê paneleke têr û tije li ser sê berhemên Ehmedê Xanî hebû. Mazûrvanê Panelê Komeleya Agiriyê bû û panel li salona Çandê ya Şaredariya Agiriyê, saet 17.00 dest pê kir.
Nivîskar û lêkolîner Zeynelabidin Zinar sê berhemên Ehmedê Xanî ku di 1985-86an de veguhaztibûne tîpên erebî û li Stockholmê dabûne çapkirin, niha wî ew berhemên xwe wek diyarî dane Komeleya Agiriyê. Komelê jî ew berhem ji nû ve çap kirine û wek diyarî li xelkê dane belavkirin.
Di panelê de kesên ku li ser Ehmedê Xanî peyivîn ev bûn: Prof. Dr. Qedrî Yildirim, nivîskar û lêkolîner Tehsîn Doskî, nivîskar û lêkolîner Xalid Sadînî û nivîskar û lêkolîner Zeynelabidin Zinar. Bi taybetî Zinar li ser xebata xwe ya li ser her sê behemên Xanî rawestiya û di veguhaztina berheman de uslûba ku bi kar aniye eşkere kir.
Piştî ku panel bi dawî bû, îcar kesên ku pirtûk ji xwe wergirtine, bi wergerê wê Zinar dane îmzekirin.
Panel saet li dora 20.00î, bi coşeke mezin, di nava çepikên temaşevanan de bi dawî bû.
Rojeva Kurd/Agirî 13/ 06/ 2013