Palînûr bi milyonan dolarê hevwelatiyên Kurdistanê dixwe
Şîrketa Palînûr bi milyonan dolarê hevwelatiyan xwariye û pereyê ti kesî venagerîne. Şarezayekî di warê Teknolojiya Zanyarî (İT) de jî dibêje: “Ew şîrket xeyalî ye.” Kesên ku pere dane wê şîrketê gefa wê yekê dixwin ku eger pereyê wan ne vegerînin, wê giliyê wan bikin. Rêveberê Polîsên Hewlêr jî dibêje; çi kesê giliyê wê şîrketê bike, em ê lipeyçûnê jê re bikin.
Mahîr Sadiq hevwelatiyek ji Zaxo ye, karker e, ji bilî zêrên hevsera wî ku bihayê wan 7 hezar dolar bû, ti sermayeyek din nebû. Dema hevalek nêzî wî jê re got ku were li Şîrketa Palînûr pişkekê veke, tu wê di demek kin de bibî xwediyê pere, otomobîl û xaniyê xwe, ew jî bi wê xeyalê di cih de zêrên hevsera xwe dibe bazarê, difiroşe û pere dide wê şîrketê.
Meha yekemîn 420 dolar ji wê şîrketê wergirtiye û jê re hatiye gotin ku ev pereyê qezenca pereyê te yê wê mehê ye, lê piştî wê yekê hemû pereyên wî çûne.
Di sala 2008’ê de li Kurdistanê derket
Cara yekemîn di sala 2008’ê de navê wê şîrketê li Herêma Kurdistanê belav bû. Niha kesên ku pişka xwe li wê şîrketê vekirîn û niyeta wan heye ku bibin xwedî sermaye, hêjmara wan ji 1000 kesan derbaz bûye. Li gor zanyariyên Rûdawê li Kurdistanê kesek bi navê Mîkayîl Îbrahîm ku berê Rêveberê Radyoya Zagror û Ajansa Peyamnêr bû, li Herêma Kurdistanê navenda navbera wê şîrketê û xelkê de bû.
PDK 33 kes hatin gel me û giliyê Mikayîl kirin
Pirsgirêka wê şîrketê mezin bûye û gihaye Mekteba Civakî ya PDK’ê jî û çend kesan li gel wê mektebê giliyê Mikayîl Îbrahîm kirine. Rêveberê Mekteba Giştî ya Civakî ya PDK`ê Îbrahîm Heme Emîn Axa got: “Heta niha 33 kes hatine gel me û giliyê Mikayîl Îbrahîm kirine. Wan kesan hemûyan nêzî nîv milyon Dolar dane Mikayîl û ji bo li wê şîrketê bibin xwedî pişk.”
Mekteba Giştî ya Civakî ya PDK’ê bi nivîsekê roja 3`ê Adara îsal Mikayîl Îbrahîm agehdar kir ku 6’ê Adarê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê serdana wan bike. Derbarê hatina wî ya ji bo navberkarê Şîrketa Palînûr, Rêveberê Mekteba Civakî yê PDK’ê dibêje: “Ji bilî ku Mikayîl ne amade bû dînarekê ji wan mirovan re vegerîne, ji me re got, berî ez bi navê wê şîrketê kar bikim, tenê 5 hezar Dolarê min hebûn. Lê niha sermayeya min gihaye 3 milyon Dolar û mineta ti kesê ji min nîne.”
Heme Emîn Axa di dibêje: “Mikayîl zêdetirî 1000 kesan aniye nava wê şîrketê. Me pir hewl da ku hinek pereyê wan mirovan vegerînin, razî bû, soznameyek nivîsî û îmze jî kir, lê piştî rojekê poşman bû.”
Şîrketa Palînûr tekane şîrket nîne ku li Kurdistanê fêl li xelkê bike. Di salên 80’an de jî du şîrketên xeyalî bi heman awayî li Îraqê derketin û bi sed hezaran pereyê xelkê xwarin.
Zêdetirî 50 milyon dolarê Kurdistaniyan çû
Hevwelatiyek ku bi rêya Mikayîl ketiye nava wê şîrketê dibêje: “Min bi tenê 80 kes aniye nava wê şîrketê û niha nêzî 300 hezar Dolarê wan mirovan li gel Mikayîl e. Ez nizanim çi bikim, ji ber wê pirsgirêkê xew û xwarin li min heram bûye.”
Ew kes li hêviya wê yekê ye ku rojek ji rojan pereyê xwe werbigire, ne xwest navê wî di rojnameyê de bê belavkirin û got: “Gelek kesan bi karkertiyê pere komkirine û bi niyeta ku dewlimend bibin tevlî wê şîrketê bûne. Lê Mikayîl ew pere xwar. Zêdetirî 50 milyon Dolarê xelkê Kurdistanê xwariye.”
Polîs amadene li pey giliyan de biçin
Rêveberê Polîsên Hewlêr Ebdulxaliq Tel’et derbarê pirsgirêka şîrketên bi vî awayî de got: “Heta niha li gel me ti kesê derbarê şîrketên bi vî awayî de gilî nekirine û eger kesekî gilî bikin, em ê lipeyçûnê bikin.”
Dema her kesek biçe nava wê şîrketê, dibe baskekê jora xwe, piştre wî kesî dibe baskê rast û çepê xwe kesan peyda bikin û yên jêra xwe jî bi heman awayî. Kesên ku tevlî wê şîrketê bûne, tenê despêkê hinek pere ji wan re hatine û qaşo ew qezenca wan e. Lê piştre ti pere ji bo wan ne hatiye.
Li radyo kar dikir
Li gor zanyariyên Rûdawê, piraniya kesên ku tevlî wî karî bûne, kesên rewşenbîr û mamosta ne. Herwiha kesên di asta serkirdeyên partiyan de jî beşdar bûne.
Xebatkarekê radyoya Zagros ji Rûdawê re got: “Piştî ku Mikayîl dest bi karê wê şîrketê kir, gelek agehdariya wî ji karê radyo û Ajansa Nûçeyan a Peyamnêr çênedibû. Dema ku bi rêya wê şîrketek pereyek zêde kom kir û pereyê wî diyar nebû, xelk dihatin radyoyê û gef lê dixwarin.”
Yek ji Serkirdeyên PDK’ê ku xebera wî ji karê Mikayîl hebû, ji Rûdawê re got: “Derxistina Mikayîl a ji radyo û ajansa Peyamnêr ji ber wê pirsgirêkê bû. Ji ber gelek mirovan giliyê wî kirin, lewra biryara rakirina wî derket.”
Despêkê wê şîrketê mehane sedî 13’ê pereyê qezencê dida, lê piştre bo sedî 7 kêm kir, piştre sedî 8 û herî dawî jî sedî kir sedî 4’ê qezencê.
Mihemed Sîto şarezayê di warê IT’î de ye û dibêje, şîrketên taybet ji bo bawerîhatina bi wan malperên taybet bi bazirganiya înternetê yên wekî www.bbb.org hene. Sîto derbarê çawan nasîna şîrketên xeyalî de got: “Nasîna wan pir hêsan e. Divê mirov gûman bike, çawa bi 1 yan 2 hezar Dolar bi rêya wê şîrketê dibe xwediyê 1 milyon Dolarî. Herwiha divê gûmana te li ser wê malperê hebe, ji ber îro tişta herî hêsan amadekirina malperên înternetê ye. Min bi rêya înternetê derbarê wê şîrketê de lêkolîn kir, derket holê ku hêjmarek a telefona wan nîne û malpera wan jî pir sade ye. Derbarê Şîrketa xwe de ti zanyariyek baş nadin.” (Rûdaw)