Cîhan

Pakistan: Xwekujî û 68 mirî

Li Bakûrê Rojavaya Pakistanê du teqînên xwekujî di nav akademîya serbazî ya supayê Pakistanê de çê bûn û di encam de bi 89 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
 
Rêxistina Taliban a Pakistanê ragihand, ku wan ev teqîn pêk anîne. Li gora nûçeya BBC, piştî van êrişan kesekî bi navê Îhsanullah li ser navê peyvdarê Taliban a Pakistanê bi rêya telefonê pêwendî bi medya kiriye  û ragihandiye, ku endamên rêxistina Taliban a Pakistanê ev bûyer pêk anîne.
 
Îhsanullah di vê derbarê de got, ku ev êriş yekemîn çalakîya wan a ji bo tolhildana kuştina Usame Bin Ladin e. Ji alîyekî din ve jêderên nûçeyan weha didin xûyakirin, du kesan di cihên akademiyê yê cuda de bombeyên li ser xwe teqandine. hatiye, ku yekemîn kesê xwekuj li ber derîyê akademîya polîs xwe teqand û piştî hîngê jî kesekî din xwe di nav akademîyê de teqand û teqîna duyem gelek ji teqîna yekem bi hêztir bûye.
 
 

Back to top button