PAKê serdana PDK -Îranê kir
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik Seredana PDK-İranê Kir.
Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) rêzdar Mustafa Özçelik li gel endamê Bireveberiya Navendî ya PAKê Orhan Kaya û endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê Abdi Işık Îro(17.02.2015) li Başûrê Kurdistanê, li Koy Sancaqê seredana Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê(PDK-İran) kir.
Heyeta PAKê ji alîyê Sekreterê Giştî yê PDK-İranê rêzdar Mistefa Hîcrî, endamê polîtburoya PAK-İranê rêzdar Mihemed Nezîf Qadir, endamên Komîteya Navendî ya PDK-İranê rêzdaran Tahir Mehmûdî û Dara Natiq û endamê cîhgir yê Komîteya Navendî ya PDK-İranê rêzdar Mûsa Babaxanî ve hate pêşewazî kirin.
Herdu aliyan di derbarê Tirkiyê, Îranê û Kurdistanê de bîr û rayên xwe yên siyasî anîn zimanî.
Sekreterê Giştî yê PDK-İranê rêzdar Mistefa Hîcrî pîrozbahiya PAKê kir.Û bal kişand grîngîya xebatên siyasî yên eşkere yên li Tirkîyê têne meşandin. Rêzdar Hîcrî, behsa xebatên xwe yên li Rojhilatê Kurdistanê kir û got, ‘’Di vê merhaleyê de wek PDK-İranê em şerê çekdarî nameşînin. Lê xebatên nehênî yên siyasî em birêve dibin.’’
Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Özçelik jî , behsa xebatên PAKê kir û di derbarê bîr û ray û bernmameya PAKê de agahdarî da heyeta PDK-İranê. Herweha Serokê Giştî yê PAKê piştgirîya xwe ya jibo birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê bilêv kir.
Hevdîtina heyeta PAKê û ya PDK-İranê di atmosfereke germ, welatperwerane û dostane de derbas bû. 17.02.2015
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
78