Polîtîk

Hêzên Pêşmerge ji 3 aliyan ve bi çekên giran li DAIŞê didin

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, hêzên kurdî li ser pêşveçûnên xwe berdewam in û niha kêmtir ji 50 gundî di destê DAIŞê de mane, ku kêm maye ew jî werin rizgarkirin. Herwiha tekez kir ku Hêzên Pêşmerge ji 3 aliyan ve bi çekên xwe yên giran li çeperên DAIŞê didin.

Muslih Zêbarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê jimalpera KDP.info re ragihand: “Li Herêma Kobanê şer li dijî terorîstên DAIŞê berdewam dike û hêzên kurdî li ser pêşveçûnên xwe berdewam in. Heta niha ji 376 gundan kêmtirî 50 gundî di destê DAIŞê de mane û yên din jî di bin kontrola hêzên kurdî de ne.”

Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê wiha got: “Niha jî şer berdewam dike û em jî wek Hêzên Pêşmerge bi çekên xwe yên giran ji 3 aliyan ve çeperên DAIŞê topbaran dikin û şervan jî ligel me pêşve diçin bo girtina hemû gundan.”

Zêbarî wiha domand: “Îro 6 termên terorîstên DAIŞê ketin destê me de û balafirên şer bi giranî li çeperên DAIŞê dan û bi dehan çekdarên wan hatin kuştin.”

232

Back to top button