PAKê li Batmanê qetlîama Qamişloyê protesto kir
PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) roja 31.07.2016an di saet 19.30an de li batmanê , li Parka Ataturk bi
awayekî girseyî qetlîama Qamişloyê ya di roja 27.07.2016an de rûdabû, protesto kir. Ev çalakî bi
organîzasyona PAKê, gelê me yê Rojavayê Kurdistanê, xwendevanên unîwersîteyê hate lidarxistin.
Herweha di vê çalakîyê de, bi minasebeta 33 salîya Enfala Barzanîyan jî, şehîdên enfalê bi giramî hate bibir
anîn u ev jenos3ida hate rûreş kirin.
Çalakî bi beşdarîyeke berbiçav hate li darxistin. Gelê me yê ji Rojavayê Kurdistanê hatine û li Batmanê
bicîhbûne , gelê me yê Batmanê , xwendavanên Unîwersîteyê beşdarî û eleqeyeke baş nîşan dan.Gelek
pankartên bi naveroka protesto kirina vê qetlîamê hatin bilind kirin.
Di çalakîyê de Serokê Teşkîlata Batmanê yê Batmanê Aziz Ozdemir bi Kurdî axaftinek kir. Di vê axaftinê de
qetlîama Qamişloyê bi tundî hate rûreş kirin û protesto kirin.Teksata daxuyanîyê jî li xwarê ye.
Piştî axaftina Aziz Özdemir çalakvan li parkê bi rûniştin3e ev qetlîama protesto kirin. Paşêjî çalakî bi dawî
hat.
Li Teşkîlata Batmanê ya PAKê rojên 01-02.08.2016an de şîna qurbanîyên qetlîama Qamişloyê bê
lidarxistin. Hemû gelê me yê rojava û bakurê Kurdistanê yên li Batmanê dê beşdarî vê şînê
bibin.
Axaftina Serokê Teşkîlata Batmanê Aziz Ozdemir ya di çalakîya protesto kirina qetlîama Qamişloyê de:
‘’Em êrîşa Qamişloyê rûreş dikin
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di encama 2 teqînên terorî de, li gorî agahîyên heyî, 62 kes şehîd
ketine û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûne.
Dijminên gelê Kurdistanê divê baş bizanibin ku bi kuştin û qetlîaman tu kes nikare rê li ber azadîya miletê
me û welatê me bigire.
Em vê êrîşa terorî rûreş dikin. Bila serê gelê me û malbatên şehîdan sax be.Ji brîndaran re şîfayê dixwazin.
Êrişa Qamişlo, erîşa dijminê Kurdistanê ya li dijî têkoşîna azadiya Kurdistanê ye. Vê êrişê li Kurdistana
Rojava û perçeyên Kurdistanê yên din hişmendiya netewetiyê bêtir bihêz kir. Di heman demê de vê êrişê,
pêşî li Kurdistana Rojava û di nava temamê kurdan de pêdivî û giringiya yekîtîyê dîsa derxiste pêş .
Ji ber vê yekê di nava TEVDEM-ENKS û partîyên din de avakirina rêveberiyeke hevpar ya eskerî, sîyasî û
aborî peywireke dîrokî ye û divê pêk bê.
Di dîroka Kurdistanê de ji bo ji holê rakirina gelê Kurdistanê bi dehan jenosîd hatine kirin.
Yek jê xedartirîn qetlîamên Enfalê, 31ê tîrmeha 1983an li dijî eşîra Barzaniyan hate lidar xistin. 8 Hezar
mêrên ku temenê wan ji 7 salî heta 85 salî bûn , ji alîyê rejîma Seddam , ji herêma Barzanê hatin derxistin
û anîn herêma Kuştepe ku bi ser wîlayeta Hewlêrê ve ye, li kampên Kudus û Kadisiye heps kirin. Mêrên
Barzanîyan bi rojan bê av û bê nan di nav van kampan de hiştin, di dawiya eziyeteka mezin de hatin
wendakirin. Çi bi serê van mirovan de hat, heta îro jî nayê zanîn. Di ser vê jenosîdê de 33 sal derbas bû ye,
lê hîn jî tu xeber ji van 8 hezar kesan tuneye. Ev mirov hatin îmhakirin û bi tevayî hatin binaxkirin.
Cenazeyên kêm kesan ji wan vê dawiyê hatine dîtin.
Îlan kirina serxwebûna başûrê Kurdistanê dê dîyarîya herî mezin û bi rûmet be ji bo 8000 şehîdên Enfala
Barzanîyan û hemû şehîdên Kurdistanê.
Di 33emîn salvegera Enfala Barzanîyan de em şehîdên vê komkujîyê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî
bibîrtînin.
31.07.2016
PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)