CivakRojev

PAK û TDK-TEVGERê Li Qoserê Ji Bo Leyla Qasim Û Ji Bo Zimanê Kuırdî Çalakî Li Darxistin

PAK û TDK-TEVGERê, li gel kesayetên Kurdistanî, bi minasebeta 49emîn salvegera şehadeta Leyla Qasim û hevalên  wê, roja 12.05.2023yê li Qoserê, li nav esnafan û li kolanan belavok belav  kirin.

Endamên PAKê,TDK-TEVGERê û kesayetên Kurdistanî  bi êlegên ku li ser wê ‘’Zimanê Kurdî Hebûna Me Ye’’  belavok belav kirin.

Di dema belavok belav kirinê da, namzedê palamenterîyê yên Mêrdînê yên HAK-PARê Halît Kahraman û hevalên xwe jî piştgirî dan  vê çalakîya belavok belav kirinê.

Gelê Qoserê bi awayekî germ pêşewazîya vê çalakîya belav  kirina belavoka di derbarê Leyla Qasimê û hevalên wê da  kirin. Çalakî bi awayekî serkeftî bi dawî hat.

Back to top button