Civak

PAK li Batmanê Beşdarî Resepsîyona Salvegera Damezrandina PDK-Sê Bû

 PDK-S ê(Partîya Demokrat a Kurdistanê- Sûrîyê) li Batmanê salvegera damezrandina xwe a 2ê bi resepsîyoneke pîroz kir. Heyetek ji rêveberên PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) pêkhatî jî di resepsîyonê de cih girt.PDK-S roja 10.04.2016ê li Batmanê jibo salvegera 2ê ya damezrandina partîya xwe resepsîyonek lidarxist. Resepsîyon bi beşdarîya gelek rewşenbîr, sîyasetmedar, nûnerên partîyan û nûnerên dezgehên sivîl ku ji her çar perçeyên Kurdistanê hatîn pêk hat.pdks-btmnHeyetek ku ji rêveberên PAKê Cihgirê Serokê Giştî yê PAKê Dr. Salih Özgökçe, Endamê Komîteya Rêvebirîya Navendî ya PAKê Vahit Aba, Endamê Meclisa Partîyê ya PAKê Mirza Akar, Serokê Teşkîlata Batmanê ya PAKê Aziz Özdemir, Endama PAKê Zinet Dinçer û rêveberên Teşkîlata Batmanê ya PAKê pêkhatî jî beşdarî resepsîyonê bûn.Di destpêkêde berpirsîyarê PDK-Sê Abdulbasit Hemo axafitnek kir û piştre jî nûnerên partîyên sîyasî axaftin kirin. Li ser navê PAKê jî pêşîyê endama PAKê Zinet Dinçer axafinek kurt kir û piştre jî endamê meclisa partîyê ya PAKê Mirza Akar axaftinek kir. Mirza Akar di axaftina xwe de wiha anî ziman;”Di sedsalîya peymana Sykes-Picote de em ji can û dil bawer dikin ku xerîteyên heyî dê bêne guhertin; dê miletê Kurd jî wekî hemû miletên cîhanê bi awayekî birûmet li ser axa welatê, çarenûsa xwe bidest bixe û bi awayekî azad welatê xwe îdare bike. Tu kes dê nikaribe rê li ber azadîya Kurdistanê bigire. ” Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê 

Back to top button