Li Rojavayê Kurdistanê êrîşê avahiya ENKSê hate kirin.Li gora hinek agahdariyên ji Rojavayê Kurdistanê têne vê sibehê demjimêr 02.00 grubekî bi molotofa êrîşê avahiya ENKSê li bajarokê Dirbêsiyê kir.Êrîşkera xwest avahiya ENKSê bişewitînin.Herweha li ser dîwarên avahiyê li dijê ENKSê nivîs nivîsîn.Êrîşkera Ala Kurdistanê li ser avahiya ENKSê rakirin. Ji berî niha jî li bajarê Qamîşlo nivîsên tehditkar li ser dîwarên avahiya ENKSê nivîsandibûn û ew tehdît kirîbûn.Di bingehê xwe de ev ne cara yekem e ku êrîş li ser avahî, hevalbend û berpirsên ENKSê têne kirin.Xelkê herêmê dibêjin ku;Her çikas tê gotin ku kesên nenas êrîşa dibin ser avahiyên ENKSê, lê diyare ku ev êrîş ji aliyê hevalbendên PYDê ve dibin û asayîşa PYD li himber van bûyeran çavgirtiye û heta radeyekî van êrîşa organize dikin.
Pêş
23/07/2026
Deriyê Navbera Nisêbîn û Qamişlo destpêka sala 2027ê tê vekirin..!
23/07/2026
Biryara Dadgeha Destûrî di derbarê PWKê de
Balkêş e ?
Close


