CivakPolîtîk

Rizgariya Şengalê pîroz be

 

  Serokê Herêma Kurdistan Hêja Mesud Barzanî mizgînî da, ku hezên Peşmergeyên gernas paş operasyonek, ku duhî dest pêkirî bû, Şengalê ji destê DAİŞ rizgar kirin. Azad kirina Şengalê li hemu Kurdistaniyan pîroz be. Partiya Sosyalîst Kurdistan-PSK, lîgel Serokê Herêma Kurdistan hevhest e, ku ji bona birayên me Êzidî nişan dabû. PSK carekî dînê radigihîne, ku Êzidî beşekê gelê Kurd e û nayên cuda kirinê û ziman, çand, orf û arafetên me yên kevnar heya îro parastine. PSK, piştgiriya pêşniyara Serokê Herêma kurdistan hêja Mesud Barzanî dike, ku ji bona peşerojê Şengalê pêşkeş kiriye. PSK, banga hemu hêzên Kurd û Kurdistanê dike, ku alikariya Serokatiya Siyasiya Herêma kurdistanê bikin, daku Şengal vegere ser Herêma Kurdistanê û xwe bi rêva bibe. PSK, spasê Serokê Herêmê Kurdistan Mesud Barzanî, fermandeyên Peşmerge û Peşmergeyên gernas dike, ku di rizgariya Şengalê da beşdar bûne. PSK, serxweşiya xwe pêşkeşê malbat û hevçeperên Peşmergeyên şehîd dike, daxwaz dike, ku peşmergeyên birîndar herçi zûtir baş bin û vegerine sengerê şeref û kerametê. 13 Mijdar 2015 Partiya Sosyalîst a Kurdistan
Back to top button