Civak

Özgür Özel bû serokê nû yê CHPê

Di 38. Kongreya Asayî ya Partiya Komarî ya Gel (CHP) de li Enqereyê şevîdin demjimêr 21.00’an ji bo hilbijartina serokê giştî dengdanê dest pê kir û di tûra yekem a hilbijartinê de Ozgur Ozel 682 û Kemal Kiliçdaroglu jî 664 deng standin.

Di proseya dengdanê de ku di saloneke cuda de birêve çû, 1366 delegeyên kongreyê di 23 sindoqan de hilbijartinên xwe kirin. Di tura yekem de kesek nehat hilbijartin û ji bo tura duyem dengdan çêbû. Ozgur Ozel 812 deng wergirtin û bû serokê nû yê CHPê.

Kemal Kiliçdarogluyê ku 1ev e 13 sal in serokatiya CHPê dike tenê 536 deng di tura duyem de wergirtin û winda kir.


Kemal Kiliçdaroglu, Ozgur Ozelê ku di 38emîn Kongreya Asayî ya CHPê de wek Serokê Giştî hat hilbijartin, pîroz kir.

Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: “Min heta îro baweriya Rêberê me yê Mezin Ataturk bi rûmet girt. Ez îro bi biryara delegeyên kongreya me xatirê xwe ji posta serokatiyê dixwazim. Ez spasiya hemû kesên ku heta niha piştgirî dane têkoşîna me dikim. Ez Serokê me yê nû Ozgur Ozelê ku ji bo Serokatiyê hat hilbijartin pîroz dikim û jê re serkeftinê dixwazim.”

Ozgur Ozelê ku ji bo Serokê Giştî yê CHPê hat hilbijartin piûtî encama dengdanş axavtinek kurt kir û sapaiya endamên kongreyê kir.

Ozel daxûyakirin ku, 1366 delegeyan dengên xwe dane û got, “Ez li ser navê xwe soz didim ku ez ê hêrsê ji vê salonê dernexim.”

Ozel got, “Ez rûmet û serbilindiya herî mezin a jiyana xwe dijîm” û spasiya Kiliçdaroglu kir û wiha got: “Ez bi berpirsyariya ku we daye ser milê min dizanim.”

Ozel got, “Ez ê hemû sozên ku min dabûn rêxistinê bi cih bînim” û destnîşan kir ku ew ê guhertina qanûna bingehîn a ku dê hilbijartina pêşwext li ser esasê wê were kirin, pêk bînin.

Ozel serê sibê saet di 09.30 de ji bo diyarkirina namzetên serokwezîrtiyê 81 serokên parêzgehan vexwendibû civînekê.

Serokê nû yê CHPê diyar kir ku serdana wî ya ewil dê li Hatayê ya ku ji ber erdheja 6ê Sibatê ya li navenda Kahramanmaraşê pêk hat û ya duyemîn jî dê serdana Osmaniyeyê ya ku jê re dibêjin “welatê min ê duyemîn” be.

Gotina wî ya taybet ev bû: “Me bi hev re nîşan da ku serokê CHPê bi hilbijartinên demokratîk dikare were guhertin. Serketina îro ya li vir a namzedek an tîmek ji CHPê ye. Yên serketina îro hemû CHPyî ne.

Balkêş e ?
Close
Back to top button