Cîhan

Kîjan hêz li pişt Tugayên Îzzeddîn Qassam e?

Piştî êrîşên 7ê Cotmehê yên li dijî Îsraîlê, herkesî berê xwe da baskê leşkerî yê Hamasê, Tûgayên Îzzeddîn Qassam . Tugayên Qassam çawa gihîştin vê hêza xwe, ji kê û bi çi awayî alîkariyê werdigirin?

Alîkarê Serokê Mekteba Siyasî Salih el-Arûrî ku navê duyemîn ê Hemasê ye,  di hevpeyvînekê de ligel televizyona El Cezîre ya Qeterê got ku êrîşa 7ê Cotmehê ya ku 1200 çekdarên girêdayî Tûgayên Qassam tê de beşdar bûn, “tenê li dijî leşkerên dagirkir bû.” Wî îdia kir ku êrîş li dijî êrîşê hatiye plankirin û sivîl nebûne hedef.

Li gor daneyên Îsraîlê di êrîşên li ser xaka Îsraîlê de zêdeyî 1400 kes mirin û nêzî 240 sivîl jî dîl hatin girtin û bi qaçaxî derbasî Şerîda Gazzeyê hatin kirin. El-Arûrî îdia kir ku sivîlên Îsraîlî ne ji aliyê Tûgayên Qassam ve, ji aliyê sivîlên Gazzeyê ve di şerên berê de hatine kuştin. Ev gotinên Al Arûrî ku yek ji fermandarên berê yên Tugayên Qassam e, wek hewldanek ji bo pakiya çekdaran hat nirxandin.

Tûgayên Qassam di sala 1992 de hat damezrandin. Rêberê wan, Mohammed Deif, demek dirêj wek plansazê gelek êrîşên li ser Israîlê tê hesibandin. Deîf ji gelek operasyonên ku ji aliyê Îsraîlê ve li dijî wî hatin kirin rizgar bû. Li gor daneyên sala 2023an ên Ajansa Îstixbarata Navendî ya DYA CIA yê, 20 – 25 hezar çekdarên girêdayî Tugayên Qassam hene.

“Cîhad” li dijî desthilatdariya Brîtanyayê

Navê baskê leşkerî yê Hamasê ji îmamê Sûriyê Îzzeddîn el-Qassam tê ku di navbera salên 1882 û 1935an de jiyaye. El-Qassam ku di jiyana xwe de li dijî desthilatdariya Îngilîstanê li Filistînê şer kir, hêzên kolonyalîst wek “Xaçparêzên nû” bi nav kir û banga “cîhadê” kir. Hêzên milîs ên ku ji aliyê Îzzeddîn El-Qassam ve hatin avakirin, di sala 1930î de li ser banga derxistina cihûyan ji herêmê, gelek cihûyên ku li herêmê dijiyan qetil kirin. Îzzeddîn El-Qassam jî di sala 1935an de di pevçûnek bi polîsên rêveberiya Îngilîstanê re li herêmê hat kujtin.

Tugayên Qassam bi salan tora tunelan a ku di binê erdê de li Zîvala Gazzeyê ji bo êrîşên bejahî ava kiribûn, ji bo revandin û veşartina li dijî Îsraîlê bikar tînin. Ev tunel di sala 2006an de di revandina leşkerê Îsraîlî Gilad Şalit de jî hatibûn bikaranîn. Her wiha baskê leşkerî yê Hamasê ji behrê êrişên cûrbicûr li dijî Îsraîlê pêk anîn.

Komandoyên girêdayî Tugayên Qassam di sala 2014an de li nêzî Aşkelona li başûrê Îsraîlê daketin û di şer de ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatibûn kujtin. Tevî ku 15 sal in Zîvala Gazzeyê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dorpêçkirin û dorpêça li ser hatiye ferzkirin jî, îmkan û çavkaniyên leşkerî yên ji aliyê Tugayên Qassam ve hatine pêşxistin, balê dikişîne.

Piştgiriya Îranê

Tê zanîn ku bi salan e Îran piştgirîya Tugayên Qassam dike. Nûnerê ofîsa Hamasê ya Tehranê Xalid El-Qedûmî di Gulana 2021an de di daxuyaniya ji Al Monitor re pesnê piştgiriya Îranê da û got: “Komara Îslamî ya Îranê gelek alîkarî kiriye. Hem bi veguheztina zanyariyan û hem jî bi şandina mûşekan. Ji ber vê yekê wan alîkariya Hamasê kir ku derfetên xwe bikar bîne û teknolojiyên nûjen hilberîne”.

Efserê berê yê îstixbarata artêşa Îsraîlê Michael Milshtein, di wê baweriyê de ye ku di salên dawî de piştgiriya Îranê ji Hamasê re zêde bûye.

Milshtein ku li Navenda Moshe Dayan a girêdayî Zanîngeha Tel Avîvê wek lêkolîner dixebite, diyar kir ku Îran perwerdeya leşkerî dide çekdarên Qassam û wiha got: “Ew sekvanan perwerde dikin, fêrî çêkirina kemînên bombeyî dikin, perwerdekirina paraşûtkaran didin. Leşkerên ku di êrîşên 7ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê hatine bikaranîn perwerde dikin, ww hemû rêbazên şer hîn dikin “.

Girêdanên krîpto û bankê

Pirsgirêka ku Tugayên Qassam fînansa xwe ji ku distîne hîn jî bi tevahî nehatiye çareserkirin. Michael Milshtein diyar dike ku Îran jî di fînansekirinê de rolek girîng dilîze û destnîşan kir ku tenê di van 2-3 salên dawî de nêzî 100 milyon dolar pere ji baskê leşkerî yê Hemasê re şandine. Di destpêka sala 2019an de, Tugayên Qassam li ser kanalên xwe yên medyaya civakî bi riya pereyê krîpto Bitcoin ji alîgirên xwe re banga alîkariyê kir.

Wezareta Edaletê ya Îsraîlê di tebaxa 2020an de di daxuyaniyekê de diyar kiribû ku wan karîbû bexşên ku ji Hamasê re bi Bitcoin hatine kirin rawestînin.

Wezareta Darayî ya Amerîkayê navên berpirsên veguheztina pereyan bi “deh milyon dolaran” di navbera Supaya Pasdarên Îranê û Lîwayên Qesam de eşkere kir û ragihand ku bankek ser bi Hizbullaha Lubnanî rolek navendî di veguheztina pereyan de hebûye.

Qaçaxçîtiya çekan li Sûriye û Lubnanê

Di êrîşa 7ê Cotmehê ya li dijî Îsraîlê û pevçûnên piştî wê de jî miqdar û cûreyê çekên ku Tûgayên Qassam bi kar anîne, balkêş e. Li ser envantera çek û cebilxane ya Hamasê û baskê wê yê leşkerî tu agahîyên pêbawer nîn in. Lê belê tê zanîn ku piraniya çekan bi qaçaxî derbasî Zîvala Gazzeyê dibin.

Pisporê ewlehiyê yê Îsraîlê Milshtein diyar dike ku qaçaxtiya çekan bi awayên cûrbecûr pêk tê. Milştein diyar dike ku rêya herî girîng sewqiyata ji Îranê di ser Sûriye û Lubnanê re ye û Hizbullah alîkariya veguheztina çekan di ser Lubnanê re dike.

Ziyad Nahale, rêberê rêxistina Cîhada Îslamî ya Filistînê ya ku Îran piştgirîya wê dike jî di Kanûna 2020an de di daxuyaniyekê de ev rêya keştiyê piştrast kir.

Di daxuyaniya Nahale ya ji televîzyona El Meyadîn a alîgirê Îranê ya li ser malpera Enstîtuya Stratejî û Ewlekariyê ya Qudsê (JISS) hat dayîn de wiha hat gotin: “Hemû çekên konvansiyonel di ser Sûriye û Hîzbullahê re digihêje Xezeyê. Hemû aktorên berxwedanê beşdarî veguheztina çekan dibin”.

Li gor nûçeya JISSê, Nahale di hevpeyvîna xwe de her wiha diyar dike ku li Sûriyê kampên perwerdeyê hene ku milîsên Hamasê ji bo çêkirina roketan li wir tên perwerdekirin. Di nav Zîvala Gazayê de ji bo anîna çekan du rê hene: Sînorê bejayî di navbera Misir û Zîvala Gazayê de yan jî bi rêya behrê.

Taktîka “mertalê sivîl” li dijî Îsraîlê

Yek ji faktorên ku şerê li dijî Tûgayên Qassam dijwar dike, taktîka wek mertal bikaranîna sivîlan e. Li gor rapora saziya ramanê ya Îsraîlî Begin-Sadat ji bo Lêkolînên Stratejîk (BESA) di sala 2021an de, Îran li ser taktîka bikaranîna mertalên sivîl ên li dijî operasyonên Îsraîlê xwediyê rolek sereke ye.

Tê diyarkirin ku Pasdarên Şoreşa Îranê di cîbicîkirina vê taktîkê de rolek rêberî lîztiye, û armanca wê jî ew e ku di civaka navdewletî de hizra “dijmin hêzek bê hevseng bi kar tîne û bi qestî sivîlan dike armanc” çêke.

DW

Back to top button