Osman:Li Kurdistanê serhildan çênabin

Parlementerê kurd yê li ser lîsta hevpeymaniya Kurdistanê di parlementoya Iraqê de Mahmut Osman di derbarê bûyerên welatên erebî rûdidin daxuyaniyek da. Osman got, herêma Kurdistanê aram e.Ji ber wê jî ev bûyerên li welatê erebî rûdidin û ev serhildanên çêdibin li Kurdistanê çênabin.

Mahmut Osman daxuyaniyek da AKnews û got, rewşa Kurdistanê ji aliyê asayîşê de arame ji ber wê jî ez bawer nakim ku tiştên li welatên din dibin li Kurdistanê jî rûbidin.

Di derbarê rewşa Kurdistanê de Osman got: Pêwîste hukumeta Kurdistanêdaxwaziyên welatiyan cih bîne û lêpirsînê li gel gendeliyê bike. Li hemî welatan muxalefet dixwaze sudê(faydê) ji  pirsgirêkên heyî bigire, ji bo vê jî divê hukumet pirsgirêkên heyî çareser bike.

Nerîna min :