Diyarbekir bibe Qahîre tiştek çareser nabe
Sudan welatek li nawenda Afrîkaya û di dîroka nîzik a siyasî de serxwebûna xwe destxistiye. Sudan di bin destê Îngiltere û Misrê de bû. Sala 1956-ê Sudan digihê serxwebûna xwe. Lê problemên Sudanê berdewam dibin. Li Sudanê ji berî serxwebunê di nav erebên li Bakur û mesihiyên Afrikî yên Başûr şer derdikeve lê kesek guh nade gelê Başûr.
Piştî Sudan serxwebuna xwe distîne, rejima ereb ya nû siyasetek erebî îslamî rêve dibe û tedeariyek mezin li gelê Başûrê Sudanê dike. Ji bo erebkirin û misilmankirina gelê Başûr yê mesîhî her tiştekî dike. Navê erebî li gelê Başûr ferz dike û hemi awayî zilm û zordariyê li wan dike. Şerê di nav Sudaniyên Başûr û ereban de her berdewam dibe. Tenê salên 1972-1982 bedengiyek heye. Lê elita ereb ya xwedî desthilatdarî, piştî 1982-ê cardin dijê gelê Başûr dest zilm û zore dike.
Sala 1983-ê şerê navxwe destpê kir, du milyon insane hatin kuştin, çar milyon insan jî cih û warên xwe terikandin bûn penaber. Nêzikî nîvê nifusa Sudan yan tên kuştin yan jî bûn penaber. Li sudanê ji % 40 ji xelkê ne xwendane. Ev yek bi xwe jî rewşa Sudan û pêşketina wê dide ber çavan.
Sudan welatek yê nawenda Afrîka herî feqîr û paşketiye.Lê bûyera li Sudanê çêbûyî dikare bibe nimuneyek ji bo azadiya gelek welatên cîhanê yên dagirkirîn. Di cîhanê de ew dewletên miletek din blindest kirîn û tu mafê wan yên netewî nas nekirîn û pênpêkirîn, pîştî bûyera Sudanê tirsek mezin ketiye di dilê wan de.
Li Sudanê ji berî mehekî referendum çêbû. Gelên Sudana Başûr di referandumê de ji % 99 ji bo serxwebûnê deng dan. Niha welatê wan serbixweye. Hukumeta Sudanê jî piştî encamên referandumê kifş bûyîn, bi daxuyaniyek fermî serxwebûna Başûrê Sudanê pejirand. Di serî de Amerîka dewletên din xwe amade dikin ku, serxwebûn Başûrê Sudanê nasbikin. Bi vî awayî şerê naxwe dawî hat û encama derketî holê ji bo herdû beşen Sudanê jî xweşî û aramiye.
Gelo di vê dema li Tirkiye pirsa Kurd tê gengeşekirin û ji bo çareserkirina pirsa kurd li cureyên çareseriyê tê minaqeşe kirin, Sudan nikare bibe nimûneya herî berbişav? Çareseriya li Sudanê çêbûyî di dawiyê de wê li Kurdistanê jî ew be. Lê çikas rojek zûtir ev yek bê qebûl kirin wê êş û nexweşî jî ewqas zû ji holê rabe.
Her tim ji bo pêşketina civatan û cihbicih kirina demokrasiyê ji welatên pêşketî minak têne dayîn. Lê Sudan di pêvajoya siyasê ya di cîhanê de bû nimûneyek ku herkes li ser bifikirê û li gora wê jî ji bo çareseriya pirsgirêkên netewî li welatên xwe gava bavêjin.
Gelek kes bûyerên Tunus û Misrê ji bo çareseriyê wek mînak didin. Ji bo Tirkiye û pirsa kurd bûyerên van welatan ne mînakin. Yanî bi awayek din Diyarbekir bibe Qahîrê pirsa kurd nayê çareserkirin. Lê Eger Tirkiye bibe Sudan û gava li Sudanê hatî avêtin li Tirkiye jî bê avêtin pirsa Kurd bi nirxên netewî çareser dibe.
17.02.2011
Dara Bilek