Osman baliç û keça 3 salî hate kuştin
Osman Baliç(Şoreş) û keça wî ya 3 salî di encama êrîşekî di mala xwe de hate qetilkirin. Di raya Giştî de tê zanin ku PKKê Osman Baliç kuştiye.
Baliç ji malbatekî bû ku di nava refên PKKê de bûn. Birayê Osman yê mezin jî di nava refên PKKê de bû. Ew jî ji aliyê PKKê ve hatibû kuştin.
Baliç piştî demekî ji PKKê veqetiya. Baliç li Başûrê Kurdistanê dijiya. Baweriya herî mezin ewe ku PKK Osman Baliç kuştiye.
Piştî Kuştina Osman Baliç, heta niha PKKê tu daxuyani belav nekirie.
Li ser vê yekê Partiya Welatparêzên Demokratên Kurdistan daxuyaniyek belav kirin.
PWDK di daxuyaniya xwe de sersaxiyê ji malbata Baliç re dixwazin û xemginiya xwe didin nîşandan.
Di vê derbarê de Partiya Welatparêzên Demokratên Kurdistan dibêje: Di demekî de ku li Başûrê Kurdistanê hevalên me di eniya şer de mil didin milên Pêşmergeyan û li dijê DAIŞê şer dikin. Baliç hate qetilkirin. Em agahdar bûn ku hinek kes bi telefona û awayên din partiya me wek berpirsiyar dibînin.
Ji bo ku em li dijê înfazkirina navxwe û şerê birakujiyê bûn, ji nava PKKê veqetiyan.Her aliye ku me nêzikve nas dike vê yekê dizane.
Berdewamiya daxuyaniya xwe de PWDK dibêje ku, di vê qonaxa ku me hemû xebata xwe dayî şerê dijê DAÎŞê hinek aliyên xirab dixwazin me tawanbar bikin.
Em ji raya Giştire radihînin ku tu pêwendiya me bi vê bûyera qirêj re tuneye. Em dijê vê yekêne. Em kuştina Baliç bi tundî şermezar dikin….