Cîhan

Opozisyona Suriye û helwesta Kurdan

Civîna opozisyona Suriye li Tirkiye bajarê Satenbulê ji roja dpênçşembê destpêkir û dê sê rojan berdewam be.

Di opozisyona Suriye de berpirsê beşê Kurdan Dr. Abdilbasit Seyda ji berî civînê rojekî serdana Hewlêr kir da ku hevdîtina li gel partiyên Kurdistana Suriye bike.

Seyda partiyên kurd vexwandin civîna opozisyonê.

Lê dixweyê tenê hinek partîyên kurd tevlî civînê dibin. Ji ber ku di nav xwe de partiyên Kurd di derbara tevlîbûna opozisyona Suriye de ne gelekî zelalin.

Herweha wek ENKS tevlî civînê nabin û her partiyek bi serê xwe beşdariyê bikin. Lê dixweyê hemû partî jî beşdariyê nakin.

Armancek ya civînê ewe ku opozisyon berfirehtir bibe û ji bo vê jî dê hinek aliyên siyasî bikevin di nava opozisyonê de.

Back to top button