Polîtîk

Opozisyona piştî hilbijartinan

Endamê rêveberiya Komela Îslamî ya Kurdistan (Komel) Ehmed Hacî Reşîd diyar kir ku ref û rêzên opozîsyonê hêdî hêdî sist dibin.


Endamê rêveberiya Komelê Ehmed Hacî Reşîd behsa daxuyaniyên vê dawiyê yên berpirsên partiyên opozîsyona Herêma Kurdistanê li ser beşdarîkirina hikûmeta bê de kir û diyar kir ku daxuyaniyên wan nîşan dide ku derz dikeve nav rêz û refên opozîsyonê.

Ehmed Hacî Reşîd li ser daxuyaniyên endamekî rêveberiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) jî axivî û ragihand, ev daxuyanî nîşan dide ku refên opozîsyonê derizî ye bi taybet dema berpirsên Yekgirtû eşkere kirin ku dixwazin bi tenê digel partiyên desthilatê hevdîtinê bikin ev yek zêdetir hat dîtin.

Li gorî wî berpirsê Komel, ev 4 sal e desthilat dixwaze refên opozîsoynê sist bike lê nekariye û wiha got: “Lê em bixwe refên xwe diderizînin.”

Ehmed Hacî Reşîd diyar kir ku eger yek ji partiyên opozîsyonê beşdarî hikûmetê bibe wê çaxê opozîsyon dê beşek ji dengên xwe ji dest bide ji ber ku eger kursiyên opozîsyonê ji 35 kursiyan kêmtir be wê demê hebûna opozîsyonê dikeve bin metirsiyê. 

Endamê polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) Mihemed Ehmed ji Rûdawê re diyar kir ku opozîsyona li dora hinek proje û daxwaza reformê kom bûne û wiha axivî: “Eger piştî hilbijartinên me dît ku beşdarî di hikûmetê de dê van armancan zûtir pêk bîne wê çaxê emê biryar bidin ka beşdarî hikûmetê bibin yan na.”

Mihemed Ehmed eşkere kir ku merc nîne ku partiyên opozîsyonê hertim bi hev re bin, çimkî dibe ku piştî hilbijartinan rêzbendiya hêzên siyasî were guhertin û wiha anî ziman: “Me biryar nedaye dema em bi hev re nebin em tu karî nekin. Em li berjewendiyên Herêma Kurdistanê dinêrin û li gorî wê tevdigerin. Dibe ku em bi wan re (Gorran û Yekgirtû) hikûmetê ava bikin yan em bibin desthilat û ew bibin opozîsyon. Dibe ku dîsa em hemû bibin opozîsyon.”

 

Opozîsyona Herêma Kurdistanê ji Komel, Yekgirtû û Gorranê pêk tê. (Rûdaw)

Back to top button