Polîtîk

Kemalistên kurd çewe Barzanî rexne dikin?

Parlementera BDPê Sabahat Tuncel di bernameyek ya kanala televizyona CNN-Turk de amade bû.

Behsa rojeva siyasî kir û herweha li gora xwe behsa rewşa Kurdistana Rojava kir.

Tuncer di beşek axavtina xwe de siyaseta serokê Kurdistanê Mesud Barzanî jî rexne kir. Tuncer di derbarê siyaseta serokê Kurdistanê de got: Barzanî siyaseta Rojhilata Navî de wek Tirkiye siyasetê dike û di xeta Amerîkadeye. Barzanî div vî cepheyîdeye.

Herweha Tuncel behsa rolê Barzanî kir û got: ‘’Roleke hestyar ê birêz Barzanî heye. Di naskirina maf û azadiyên Kurdan de dive rolekî girîngtir bibîne. Ne tenê dergehên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê girtîne, deriyên Herêma Kurdistanê jî li ser Rojava girtîne. Evna pirsgirêkên cidî ne.’’

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî li Rojhilata Navîn siyasetek vekirî û şefaf rêve dibe. Di nawenda siyaseta Barzanî de berjewendiyên Kurdistanî hene. Herweha li gora vê siyasetê cephê ku Barzanî di nav de cih digre kifşe.

Lê gelo Sabahat Tuncel, di kîjan cepheyî de û li gora berjewendiyên kî van rexna dike?  Rexnekirina Barzanî bi mejiyê Kemalistên Kurd eve.

 

Back to top button