Cîhan

Operasyona rojhilatê Firatê ne girêdayê Amerika ye

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu da xûyakirin ku, operasyona Tirkiye ya li dijê YPG/PKKê nê girêdayê vekişandina hêzên Amerikayê ye.

Çavuşoglu behsa vekişandina Amerikayê jî kir û got: Hun ji aliyekî ve biryara vekişandinê didin ,lê ji aliyek din ji bo vekişandinê hun Tirkiye tawanbar dikin. Evên li deverê hewldidin ku dijminatiyê Tirkiye zêde bikin.

Çavuşoglu dibêje ku, li Amerikayê aliyên ewlekariyê û hinek aliyên din dixwazin serokê Amerikayê ji biryara wî ya vekişandinê poşman bikin. Ji bo vê jî dibêjin bila Tirkiye kurda nekuje.Ev gotarek gelek şaş e me ji muxatabê xwe yên Amerikayî re got ev ne tu uslube û uslubê we çewte.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê da xûyakirin ku, dema em dibêjin YPG/PKK ev nayê wateya kurdên Suriyeyê û dema em dibêjin HPG/PKK ev jî nayê wateya kurdên Tirkiyeyê. Wezîrê derve yê Amerikayê Pompeo vê yekê ji herkesekî baştir dizane.

Çavuşoglu got: Me mafên kurdên Suriye jî parast. Rêxistinek terorê heye û ew ji bo me tehdîdek e. Amerika pişgiriya wan dike. Serokek dema sozek bide , divê soza xwe bînê cih.

Çavuşoglu dibêje ti peywendiya operasyona wan a dijî YPG/PKKê bi vekişîna hêzên Amerîkayê ve tuneye. Wezîrê derve yê Tirkiye di vê derbarê de dibêje: Li ser sihayê hinek alî kar dikin ku vekişandin çênebe.Ya girîng gotina Trump e û koardinasyonê li ser gotina wî destpêkiriye.

Back to top button