Polîtîk

Pompeo: Me li Hewlêr hevdîtinên gelek baş kirin

Wezîrê Derve yê Amerîakyê  Pompeo behsa serdana xwe ya Başûrê Kurdistanê kir. Pompeo di derbarê serdana xwe ya Hewlêra patyetxtê Kurdistanê de dibêje: Me li Hewlêr komek hevdîtinên baş kirin , gotubêjên baş encam dan. Poppeo dide xûyakirin ku piştî hilbijartina li Iraqê jî pêşveçûnek rasteqînî dixweyê.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê di duyemîn roja geşta xwe ya ji bo Rojhilata Navîn de, serdana Iraqê û Herêma Kurdistanê kir, Mike Pompeo destpêkê çû Bexdayê û piştre jî serdaan Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê kir û li gel serok Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî civiya.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê dibêje, têgihîştineke hevbeş heye di navbera hevbeşan de ji bo şerkirin û rûbirûbûna DAIŞê. Mike pompeo herwiha rûbirûbûna Îranê jî bi karekî giring bi nav dike û dibêje: “Hemû hevbeş pêwîst e ku di vî karî de beşdariyeke çalak hebin.”

Pompeo di bersiva pirseke derbarê vekişîna Amerîka ji Sûriyê de jî ragihand: Biryara Serokê Amerîkayê di vî derbarê de gelek zelal e û tekez kir, ew heta ku ji jinavçûna dawî endamê DAIŞêpiştrast nebin, Sûriyê terk nakin.

Pompeo herwiha da xuyakirin, Amerîka her tiştekê ku bikare bike, dê pêk bîne bo piştrastbûna ji parastîbûna wan xelkên ku mil bi milê Amerîkayê, li dijî terorê şer kirine.

Di derbarê gotinên Serokê Tirkiyê yên li ser Kurdên Sûriyê de jî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê got: “Erdogan gotiye ku wî kêşe li gel Kurd nîne û ji rewşê fêm dike.”

Mike Pompeo amaje bi wê yekê jî kir, ku di çend rojên bê de, Jamed Jeffrey û şandeke pê re bo piştrastbûna ji rewşê serdana navçeyê dikin.

Back to top button