CîhanCivakDosya

Operasyona Musulê Kîlîta Azadî Ye

Partiya Sosyalista Kurdistan di derbarê operasyona Musilê de daxûyaniyek ragihand. Operasyona Musulê Kîlîta Azadî Ye Operasyona Musulê dest pêkir, ku demek e ji bona rizgar kirna vê bajarê ji bin destê DAÎŞê dihate amade kirinê. Operasyon heya kengê berdewam dibe, DAÎŞ kengê dişkê, Musul kengê rizgar dibe ne xuya ye. Guman têda nîne, ku Musul wê bê rizgar kirinê. Em hêvîdar in Musul herçî zutir bê rizgar kirinê. Lê belê, gengeşî, milmilane li ser statuya Musulê paş rizgar kirinê destpê kiriye û roj bi roj jî berfirehtir dibe. Dewletên mezin yên Rojava û Rusya, dewletên dagirker yên navçe dixwazin bi gor berjewendiyên xwe, dahatuya Musulê, statuya vê bajarê destnişan bikin, ku daxwaz û halwesta hanê yên wan dewletan, sedema bingehîn a rewşa îroyînê ya Rojhilata Navîn e, ku demekê dirêj e aloz û tevlihevî, şer û kuştinê bi ser navçeyê girtine. Musul wekî rojhilata Navîn a piçûk e, hemu taybetmendiyên herêmê bi xwe da parastiye.Musul di warên nasnameyên olî, netewî û çandî da herêmeka pîrrengî û pirdengî ye û îro bûye kîlîta guhartina herêmê. Bona vê yekê jî divê paş rizgar kirinê, statuya Musulê, bi li ber çavgirtina rastiyên dîrokî û dersên mêjûyê û taybetmendiya vê bajarê were destnişan kirinê, nek bi gor berjewendiyên teng a dewletên mezin û nokerên wan û dewletên dagirkerên navçeyî… Divê sîstema BAAS û siyaseta Malîkî li Musulê dubare nebe. Ji ber ku herdu sîstem jî bûne sedema hemu alozî û ne aramiya herêma Musulê, bûne sedema hendê ku, rêxistinên Îslamiyên tundrew wekî DAÎŞ, ku rêxistina hov û dij-însanî ye, li navçeyê da bibe deshilatdar. Paş, rizgar kirina Musulê divê maf û azadiyên Kurdên Şebek û Ezdî û Xiristiyanan werin parastin û bila maf û azadiyên hanê nebine qurbanê nakokî û milmilaneyê tarîxî a Sunne û Şîa. Divê hemu navçeyên Kurdistana Başur, ku di Destura Herêma Kurdistanê da hatiye destnişan kirin, vegerîne ser Herêma Kurdistanê. Em banga hemu hêz û rêxistinên niştimanî û demokratîk a Kurdistanê Başurê dikin, ku di rojên usa hestyar û girîng da mil bidine hevdu û berjewendiyên giştî nekine qurbana nakokiyên xwe yên partîtiyê. Em carekî dinê piştgiriya xwe li Serokatiya Siyasiya Kurdistana Başurê, bi taybetî Fermandeyiya Hêzên Peşmerge dikin û piştrast in, ku ew destkevtên netewî wê biparezîn û bibine zaminê hebûnê û parastina maf û azadiyên Kurdan li navçeyê Musulê. Em carekî dinê ji hikumeta AK partî daxwaz dikin, ku dev jê siyaseta xwe ya heyî li ser Musulê berde, têkiliya kar û barên navxweyî ya vê navçeyê nebe. Ji ber ku têkiliya wê û dewletên din yên navçeyî dibine sedema kurtir bûna nakokiyan û rewşa oloziyê. Em bi dil û can saxi û silametiya hêzen Peşmerge û serketina wan li hemberê dijminê xwînxar û hov da dixwazin. 17 Cotmeh 2016PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan 

Back to top button