Polîtîk

Öcalan: KCD çewtî kiriye

Ocalan di derbarê “ Xweseriya Demokratik“ de, dîtina xwe got. Ocalan dibêje: “ Divê ev proje baş bête têgihandin. Tu girêdanek bi parçebûna Tirkiye ve tuneye. Em naxwazin Tirkiye parçe bibe, Em dixwazin yekitiya demokratik biparêzin.“ Ocalan berdewambûna daxuyaniya xwe de dibêje: Em dixwazin kurd jî wek hêzek deokratîk bêne qebûl kirin. Tu derdê me, Tixûba re, zimanê fermî re û Ala Tirkiye re tuneye.

Ocalan bi rêya parêzerên xwe wek caran dîtinê xwe gotin. Ocalan  bi awayê ku, projeya “ xweseriya demokratik“ hatî belav kirin rast nabîne, û dibêje KCD-ê gavek di ne dema xwe de avêt. Herweha Ocalan hevalên xwe rexne dike û dibêje, wan nekariyê awayê pêwist vê projeyê ji gelê tirk re vekin û wan tê bigihînin. Ocalan dibêje ev proja Tirkiyeye.

Herweha Ocalan dibêje ku, KCD gelek teng berê xwe daye pirsa xweseriya demokratîk û belavkirina vê projeyê di pirtukek sor de çewte.
Wek din Ocalan dibêje ku, heya hilbijartinan tu bûyerên awarte çênebin dê diyalog pêşbikeve. Li gora Ocalan eger di vê mehê de tu bûyerên mezin wek înkilabekî çênebin, dê ji bo çareseriyê gavên baş bêne avêtin.

Ev daxuyaniya Ocalan, eşkere dike ku, di pirsa pêşkişkirina “ xweseriya demokratik“ de, KCD-ê gavek zû avêtiye. Herweha Ocalan awayê karkirina KCD û BDP-ê ji bo vê projeyê baş nabîne.

Gelek kes helwesta KCD û BDP-ê di vî warîde baş nabînin. Lê dema kesên demokrat, yan berpirsek yê dezgehek sivîl di vî warî de dîtina xwe dibêje, berpirsên BDP-ê bi tundî êrîşê wan dikin û heta wan tehdît dikin. Gelo dê helwesta berpirsên BDP-ê di derbarê daxuyaniya Ocalan de çibe? Ji bo serokê odeya  pişesazî û bazirganiya Diyarbekir Galip Ensarî oglu û serokê Baroya Diyarbekir Emin Aktar tiştên giran hatin gotin. Ew pênûsa ku ev herdû berpirsên dezgehên siyasî ji bo daxuyaniyên wan tehdît kirîn, niha wê çi binivîsînin..

Back to top button