Polîtîk

Ocalan ji bo Barzanî nameyeke Kurdî nivîsandiye (Eger rast be)

Li gor nûçeyeke malpera Serokayetiya Herêma Kurdistanê Abdullah Ocalan nameyeke bi zimanê Kurdî ji bo Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê nivîsiye. Eger rast be ku Ocalan bi destê xwe bi zimanê Kurdî nivîsibe, eve dibe yekemîn destnivîsa Abdullah Ocalan ku bi Kurdî nivîsiye.

Li nûçeya Malpera Serokayetiya Herêma Kurdistanê de wiha hatiye nivîsîn..  

Îro sêşem 11.02.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Parlementera Tirkiye xanima Leyla Zana û Sirri Sureya Onder Parlementer û Hevserokê Partiya Demokrasiya Gelan HDP kir ku ku bi mebesta gihandina nameyekî birêz Abdullah Ocalan serdan kiribûn.

Li hevdîtinê de wê nameya birêz Abdullah Ocalan ku bi destê xwe û bi zimanê Kurdî ji bo Serok Barzanî nivîsiye radestî Serok Barzanî kirin ku têda ji bilî derbirîna rêz û hurmeta xwe ya ji bo Serok Barzanî, behsa pêvajoya aştî lî Tirkiye kiriye. Li beşekî dinê nameyê da birêz Ocalan piştgîriya xwe ji bo pêvajoya aştî li Tirkiye derbiriye û ji bo serxistina vê pêvajoyê daxwaza hevkariya hemû aliyan kiriye û balkişandiye li ser pêwîstiya berdewambûna hemahengiya li navbera hemû aliyên Kurdan kiriye.

Her wiha li vê hevdîtinê de komek mijar xistin ber behs ku peywendiya wan bi rewşa herêmê ve heye.

Back to top button