Civak

Ocalan: Dawî li greva birçîbûnê bînin

Parêzerên Ocalan piştî 4 roja daxûyaniya Ocalan ragihandin.

Ocalan di daxûyaniya xwe de gotiye ku, min ji berî niha di derbarê Rojava de dîtina xwe gotibû. Niha jî dibêjim yekitiya Suriye divê bê parstin û li gora vê eger imkan hebe dixwazim ji bo çareserkirina kêşaye Suriye ku pirsa kurd jî di nav de rolek erênî bileyzim.
Parêzerên Ocaln dibêjin ku, Ocalan daxwaziya imkana kiriye da ku pirsgirêka Suriye bi rêya aşitiyane çareser bike.

Parêzer dibêjin ku, dema tecrît bi awayek hukukî rabe û macalê bidin Ocalan di derbarê pirsgirêkên heyî de dîtinên xwe ji Raya Giştîre bêje, dê bikaribe bandorek erênî bike. Ji berî niha ev yek hatiye ispatkirin.

Parezer didin xûyakirin du di navbera 20 rojan de du cara hevdîtin li gel Ocalan kirine û daxûyaniya Ocalan ji nihave bandorek baş kiriye.

Di derbarê greva birçîbûnê de jî Ocalan gotiye ku, ev çalakî gihate armanca xwe, vêca divê dawî li greva birçîbûê bînin. Ocalan dibêje ku divê çanda tekoşîna siyasî û demokratik serbikeve.

Di dema çalakiyên greva birçîbûnê de, li Almanya 22ê Sibatê Ugur Şakar li himber dadgehê agir berda bedena xwe û nexweşxanê de jiyana xwe ji dest da. Wek din; Ayten Beçet (24) , Zehra Sağlam (23) , Medya Çınar (24) Yonca Akici , Siraç Yüksek , Mahsum Pamay di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dane.

Îro berpirsên HDpê li Diyarbekir daxûyaniyekî di vê derbarê de radigihînin.

Back to top button