Polîtîk

Tirkiyê vîzeya derbasbûna nava wî welatî neda Hewas Egîd

Endamê Komîta Pêwendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro beşdarî bernameya “Rojev” a K24ê bû û li ser dersînorkirina nûnerê ENKSê di Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê de Hewas Egîd ragihand, Tirkiyê vîzeya derbasbûna nava wî welatî neda Hewas Egîd berî du rojan jî dest danîn ser endamên malbata wî ku wan jî dersînor bikin. Cihê mixabiniyê ku dewleteke wek Tirkiyê ji bo nerînên siyasî dersînor bike. Em wek ENKS û wek Komîta Danûstandkar kar ji bo çareserkirina vê rewşê dikin.

Biro got: Ji dema Tirkiye derbasî Efrînê bûye, pêwendiyên ENKS û Tirkiyê lawaz bûne. ENKS derbarê karên xirap ên çekdaran li Efrînê yên wek kuştin, girtin, talan, Erebkirina herêmê, nerazîbûn nîşanî Tirkiyê daye. lê her danûstandin bi Tirkiyê re wek dewleteke cîran û girîng li navçê berdewam dibû. Em bi hêvî ne ku derkirina endamê me, bê çareserkirin û nebe nameyek li hember karê ENKSê.

Hevdîtinên Tirkiye û rêjîma Sûriyê dê bandorê li Rojavayê Kurdistanê bike

Li ser hevdîtina Serokê Dezgeha Hewalgîriya Tirkiye bi berpirsên rêjîma Sûriyê re, Biro got: Ew hevdîtin girêdayî bazarên di navbera Tirkiye û Rûsya û Tirkiye û Amerîka de tên kirin e. Rûsya dibêje ji bo rêkeftina Edeneyê bê bicihkirin, divê pêwendiyên rasterast a Tirkiye û Sûriyê bê kirin. Ji ber ku hîna rûyê herêma ewle ne diyar e, eger e projeya Rûsî cihê xwe li navçê bigire û ne tenê pêwendî li ser asta hewlgîriyê, belkû li ser asta siyasî jî di navbera Tirkiye û rêjîma Sûriyê de çê bibin.

Herwiha got: Heger projeya Rûsî biçe serî, pêwendiyên Tirkiye û rêjîma Sûriyê dê bandorê ne tenê li ser Rojavayê Kurdistanê bike, belkû dê bandorê li ser Sûriyê bi tevahî bike. Lê li gor tê dîtin ku Amerîka û welatên Ewropî dê ji rojhilatê Firatê dernekevin, di rewşeke wiha de jî ne ji berjewendiya Tirkiyê pêwendiyê bi rêjîma Sûriyê re bike.

Baweriya Rûsya bi çareserkirina pirsa Kurdî heye

Derbarê helwesta Rûsyayê Biro got: Nerîna Rûsya derbarê pirsa Kurd de ne xirap e. Rûsya bi bawer e ku çareseriya pirsgirêka Sûriyê pêk nayê, heger pirsa Kurd neyê çareserkirin. Lê xala nakok bi Rûsya re ew e, Rûsya dibêje ku rêjîma Sûrî dikare danûstandinê bike û bi hev re çareseriyê pêk bînin, em jî bi vê yekê ne bawer in.

Hebûna Amerîka li herêmê ji Kurd derfetek e

Derbarê gefên rêjîma Sûriyê yên êrîşî rojhilatê Firatê bike de, Biro got: Ev girêdayî karê Amerîka li hember Îranê tên kirin e. Amerîka dibêje di dema nêzîk de ji rojhilatê Firatê dernakeve, ev jî derfetek e ji bo Kurd çareseriyekê ji doza Kurdî re bidest bixin.

Li ser avakirina herêma ewle li bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, Biro got: Di hevdîtinên bi Amerîka re ji me re gotin, porjeya Amerîka bi Tirkiyê re ji 5 xalan pêk tê, me û Tirkiyê li ser 3 xalan lihev kiriye, ew jî ku hêzên YPG/HSD ne li ser sînor bin. Amerîka û Tirkiye bi hevbeşî li herêma ewle hebin û çek jî di vê deverê de tune bin. Lê li ser xalên kî yê rêveberiya vê herêmê bike û kûrahiya wê çend be, hîna lihevkirin çê nebûye.

Herwiha got: Projeyeke ENKSê heye û bi Amerîka û hemû welatên Ewropî, Tirkiye û opozîsyona Sûriyê re wê dibêje, ku herêma ewle ya ku tê behskirin, herêmeke Kurdî ye, divê rola Kurd tê de ya sereke be û rêveberiya vê herêmê bike û divê hebûneke ENKSê ya siyasî û çekdarî bi xurtî lê hebe û hemû pêkhateyên deverê jî tê de beşdar bin û ezmûna Efrînê ya têkçûyî careke din dubare nebe.

Ji bo nêzîkbûna ENKS û PYDê, divê PYD baweriyê ava bike

Li ser destpêşxeriya Fransayê ya nêzîkahiya di navbera ENKS û PYDê de, Biro got: Heta niha ti gav nahetina avêtin û tenê hin hevdîtin çê bûne. Tevî erêkirina her du aliyan li ser vê destpêşxeriyê, lê PYDê ti gav ji bo avakirina baweriyê neavêtiye. Lihevkirin bi gotinan tenê çê nabe, gelekî xirapî ji girtin, dersînorkirin û koçberkirinê hatine kirin, zêdetir ji 800 hezar kes ji herêmên Kurdî koçber bûne û piraniya wan ji dest kiriyarên PYDê koçber bûne, divê PYDê gavine pratîkî bavêje û xelk vegere û di pêşerojê de hilbijartin ji bo birêvebirina vê herêmê çê bibin.

 

Back to top button