Polîtîk

Ocalan: Çareserî li cem min e

Naveroka hevdîtina Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û birayê wî Mehmet Ocalan eşkere bû û Ocalan li ser peyamên xwe yên di derbarê rojavayê Kurdistanê û pirsa kurdî ya li Tirkiyeyê berdewam e.

Li gor ragihandina Mehmet Ocalanî, Rêberê PKKyê di derbarê rê û rêbazên çareserkirina pirsa kurdî de rexne li hikûmeta Tirkiyeyê û PKKyê girtiye.

Abdullah Ocalan dibêje li Tirkiyeyê pirsa kurdî xetimiye. Pêvajoya ko ew derbas dibin şer û tinekirin e. Lê şer û mirin çareserî niye û çi encam nayê standin. Pêwîstiya wan bi rêbazeke nû heye û dive hikûmeta Tirkiyeyê û PKK rêbazên nû biafirînin.

Rêberê PKKyê ji bo destpêkirina pêvajoya çareseriyê rijd e û banga aşitiyê dike. Ger hikûmeta Tirkiyeyê derfet bide wî, ew dikare riya çareseriyê veke.

Ocalan di çarçoveya Qrîza Suriyeyê û rojavayê Kurdistanê de jî banga jiyaneke hevbeş û yekbûna Suriyeyê dike. Li gor wî ji bo azadiya xelkê rojavayê Kurdistanê dive zêdetir têkoşîn were kirin. Ev têkoşîn divê bi hemû xelkên Suriyeyê çêbe. Ji bo yekîtiya Suriyeyê, hemû xelkên wî welatî divê jiyana xwe ya hevbeş bi hev re ava bikin. Ger ji bo vê armancê serbikevin ti hêz nikare azadiya wan dawî bîne.

Rêberê PKKyê li ser destpêkirina hevdîtinên xwe jî diyar dike ko, dive ew çavere bikin ka gelo hevdîtinên wî dê berdewam bin an na. Ger rêyên hevdîtinê berdewam bin ji bo herkesî baş e. Eger na dê encam karesat be.

Mehmet Ocalan û birayê wî Abdullah Ocalan, piştî 6 mehan di roja duyemîn a Cejna Remezanê de hevûdû dîtibûn.

Back to top button