Polîtîk

Obama serkeftina kongreya PDK-ê pîroz kir

Duhî sêşem 21/12/2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li James Jeffery balyozê Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê û general Lloyd Austin fermandarê hêzên wî welatî li Iraq û şanda li gel kir.

Di hevdîtinê de, balyozê dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê ji bo serkeftina kongreya 13 û hilbijartina serok Barzanî bo postê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê pîrozbahiya serok Obama serokê Amerîkayê û Joseph Biden cîgirê serokê Amerîkayê gihandinserok Barzanî.

Serok Barzanî ji bo vê pîrozbahiya serok Obama û Joseph Biden cîgirê serok spas kir û girîngiya pêşxistina pêwendiyên di navbera herêma Kurdistan û Amerîka dûpat kir.

Guftûgokirina pêşketinên dawiya proseya siyasî û hewla hemû pêkhatên gelê Iraqê ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ku têda hemû beşdarî li dirustkirina biryar û birêvebirina welat da bin mijara serekiya hevdîtinê bû. Di vî warî de serok Barzanî tekez li ser girêdayîbûna bi rêkkeftinên di navbera alî û qewareyê siyasiyan û peyrewa navxoya Encumena Wezîran û destûra bingehîna welat kir.

Her wiha Serok Barzanî tekez li ser girîngiya Encumena Siyaseta Stratejiyan kir û balkişand li ser wê yekê ku divê ew encumen rola xwe ya bi bandor li birêvebirina welat da bibîne, ji ber ku wateya hevbendiya rasteqîne li wê encumenê da diyar dibe.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî û Balyozê Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka xweşhaliya xwe beramber bi pêşketinên dawî ya erêniyên navdewletî sebaret bi Iraqê ve derbirî û bîrûra jî li ser yasaya neft û xaz û budçe û maddeya 140 a destûra Iraq û mekanîzma dabeşkirina postên wezaretan li navbera kutleyê serkeftiyan danûstandin kirin û Balyoz û Fermandeyê Hêzên Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka jî girêdayîbûna tevahiya welatê xwe bi piştgîrîkirina proseya siyasiya Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî dûpat kirin.

Back to top button