NY peyamek di derbarê şewitandina dexl û danê welatiyan belav kir
Beşa hemahengiya karubarê mirovî ya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê twittek di derbarê şewitandina dexl û danên cotkaran yên li çend navçeyekê Iraqê belav kir.
Li peyamê de hatiye nivîsîn: Beşa Hemahengiya Karubarê Mirovî ya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê ji nêzîk ve çavdêriya raporên di derbarê zêdebûna rêjeya agirberdana dexl û danên li meha derbasbûyî dike.
Balkişandiye li ser wê yekê ku rûdan zêdetir li Nînowa, Diyale û Selahedînin û heta niha bi fermî hîç kesek nehatiye tometbar kirin, lê belê raporên medyayî tometan pêşkêşî Da’îş dikin.
Li vê demê de şewitandina berhemên cotkarên Iraqê, bi taybetî cotkarên Kurd yên li navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêmê zêde kiriye û ziyanekê zêde li ber cotkaran ketiye. Li çend rojên derbasbûyî jî li Xaneqîn, Mexmûr û çend navçeyekê Kerkûkê, rûdanên şewitandina dexl û dan zêde kiriye.